Partiyên Kurdan êrîşên li dijî Şingal û Mexmûrê şermezar kirin

15-12-2018
RÛDAW
Nîşan HDP DBP AZADÎ PDK-T PDK-Bakur PÎA KKP Şingal Mexmûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Heft partî û dezgehên Kurdan HDP, DBP, AZADÎ, PDK-T, PDK-Bakur, PÎA û KKP êrîşên asmanî yên li hemberî Şingal û Kampa Mexmûrê û gefên li hemberî Rojavayê tên xwarin şermezar kirin.

 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokarîk (DBP), Hereketa Azadî, Partiya Demokrata Kurdistanê li Tirkiyê (PDK-T),  Platfroma Demokartên Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) û Partiya Komîst a Kurdistanê (KKP) êrişên Tirkiyê yên li hemberî Şingal û Kampa Mexmûrê û gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên li dijî Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbar şermezar kirin.


Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: “Dewlet û hikûmeta Tirkiyê êrîşî welatê me dike. Li Şingalê, li Çiyayê Qereçoxê, li Kampa Penaberên Mexmûrê û li Rojavayê Kurdistanê dewleta Tirkî bi firokeyên şer wan deverên welatê me bombebaran dike. Em êrîşê bi tûndî şermezar dikin. Di van êrişan de yên ku jiyana xwe ji dest dane, bila Rehma Xwedê li wan be û em ji malbatan wan re jî sersaxiyê  dixwazin.”


Di beşeke din a daxuyaniyê de hate ragihand: “Desthilatdariya siyasî ya Tirkiyeyê ku li Bakurê Kurdistanê dixwaze destkeftiyên gelê me xesp bike, li wî aliyê sînor jî dest diavêje Kerkûk û Efrîne û dixwaze rê li ber çareseriyeke federal li Rojavayê Kurdistanê, weke ya ku li Başûrê Kurdistanê heye bigire.”


Partî û dezgehên Kurdan bang li hikûmeta Tirkiyê dikin û dibêjin: “Em bang li desthilatdariya siyasî ya Tirkiyeyê dikin ku destekftiyên li welatê me û gelê me yê li wî aliyê sînor nas bike û bi wan re bi awayekî aştiyane tev bigere û bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bike!


Di Rojhilata Navîn de îro li derdora 50 mîlyon Kurd dijîn. Daxwaza Kurdan ji bona statuyeke siyasî hûn nikarin tenê bi şer û gêfan çareser bikin. Ev ti caran nabe çareserîyeke mayînde. Divê hemû alî û sazîyên navnetewî ji bo mesela Kurdan bi kevin nav lêgerineke çareseriyê. Em hemû alîyan dawetî aramî  û xebatê dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst