Bîlanço ya qedexekirinên derketina kolanan

15-12-2015
Mahîr Yûksel
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê di derbarê qedexeya derketina kolanan de ragihand ji meha Tebexê heya niha 52 caran caran qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin.

Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê di derbarê qedexeya derketina kolanan de raportek pêşkêşî raya giştî kir.

Raport cîh dide qedexeyên di navbera 16ê Tebaxê û 12 Berfenbarê û tê amaje kirin ku heta niha 52 caran qedexeya derketina kolanan hatiye ragihandin.

Di raporê de hatiye gotin ku 1 milyon û 299 hezar û 61 mirov ji qdexeya çûnûhatinê zirar dîtine.

Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê bi xebateke berfireh bîlanço ya qedexekirinên derketina kolanan ên Bakûrê Kurdistanê derxist holê.

Xebat behsa 7 bajar û 17 navçeyan dike û raport dide zanîn ku heta niha qedexeya herî dirêj li Nisêbîna navçeya Mêrdînê hatiye birêvebirin. Endamên weqfê amaje dikin ku armanca vê xebatê balkişandina rewşa xeter e.

Serokê Weqfa Mafê Mirovan ê Amedê Bariş Yavûz derbarê lêkolînên weqfê de wiha got: “Me xebata xwe li gorî daxuyaniyên walîtî û qeymeqamtiyan û  her wiha lêkolînên saziyên sivîl berhevkir. Dema em li yasayan dinerin ew erka walîtî û qeymeqamtiyan tine ye ku qedexeyê ragihînin. Lê rayedarên dewletê vê yekê di çarçoveya tedbîrên ewlekariyê de pêk tînin. Ev yek bê bingeh e.”

Hiquqnas û akademîsyen jî dibêjin ku pêwîst e tedbîrên ewlekariyê bi awayeke rêkûpêktir û bi bingeheke hiquqî werin cîbcîkirin.

Qedexeya derketina kolanan di 16ê Tebaxê de li navçeya Gimgim a Mûşê despêkiri bû û 20 sietan domkiri bû. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst