Li Erdexana Bakurê Kurdistanê alarma fîlan!

15-11-2023
Nîşan Erdexan Fîl Alarm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Erdexanê yê Bakurê Kurdistanê, şivanekî got ku wî fîl dîtiye û wêneyê fîl parve kir.

Piştî vê yekê li bajêr tevgera cendirmeyan dest pê kir û Rêveberiya Cendirmeyan dest bi lêkolînê kir.

Li gorî nûçeya Yerel Ardahanê, li gundê Golebertê şivanekî angaşt kir ku wî fîl dîtiye û wêneyê fîl parve kir.

Wêne, di demeke kurt de di bi rêya torên civakî belav bû.

Cendirmeyan şivan dît û çûn cihê ku “fîl lê hatiye dîtin.”

Cendirme li wê herêmê heta ku dinya tarî bû li fîl geriyan.

Xebatên “dîtina fîl” êvarî jî bi lambayên destan berdewam kir.

Li aliyê din, Parêzgarê Erdexanê Hayrettîn Çîçek bi rêya hesabê xwe yê Xê da zanîn ku ev angaşt “Ne rast in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst