Qayîmeqamê Şingalê: Bi dehan ton TNT ji nav Şingalê hatiye dîtin

15-11-2015
RÛDAW
Qayîmeqamê Şingalê
Qayîmeqamê Şingalê
A+ A-

 

Şingal (Rûdaw) – Şingal rizgar bû, kurdên êzîdî yên ji ber êrişên DAIŞê çûbûn ser çiyayê Şingalê, diçin nav bajêr û li xanî û malên xwe dinêrin. Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl jî bang li tîmên pûçkirina mînan, tîmên şarevanî û avedankirinê kir ku her çi zûtir Şingalê paqij bikin û ji bo jiyanê amade bikin.

Piştî ku bajarê Şingalê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin, hewlên paqijkirin û avedankirina bajêr dest pê kirin.

Peyamnêrê Rûdawê Nêçîrvan Husên ragihand, ew êzîdiyên ku ji ber şerê DAIŞê li ser çiyayê Şingalê diman, hêdî hêdî tên nav bajêr û serdana xanî û malên xwe dikin.

Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl, ku ev du roj in li Şingalê dewama xwe ya fermî dike, ji Rûdawê re li ser ewlehiya Şingalê axivî û got, tîmên pûçkirina mîn û bombeyan dest bi kar bûne lê heta niha jî metirsî hene ji ber wê jî ez bi rêya Rûdawê bang li tîmên pûçkirina mînan û tîmên şarevaniyê dikim bên Şingalê û bajêr paqij bikin.

Mehma Xelîl diyar kir ku heta niha bi dehan ton madeyên teqemenî ji Şingalê hatine derxistin û bang li welatiyên Şingalê jî kir, rê bidin tîmên pûçkirinê da ku karê xwe bikin.

Qayîmeqamê Şingalê da zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û parêzgarê Dihokê Ferhad Etroşî amadehiya xwe ji bo avedankirina Şingalê nîşan dane.

Mehma Xelîl derheqê wê gorra komî ya ku duh li Şingalê hatibû dîtin, agahî da û got, di wê gorrê de cenazeyên 76 jinên êzîdî hene ku roja 16ê Tebaxa par ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin.

Xelîl da zanîn ku ew jin hemû jinên pîr û ji gundê Koço yê Şingalê bûn û got, me ji Wezareta Şehîdan a Kurdistanê xwestiye vê gorrê vedin û merasimek ji bo wan şehîdan were kirin.

Qayîmeqamê Şingalê, ku beriya niha endamê Parlamentoya Iraqê jî bû, li ser vê yekê ku Encumena Êzîdiyên Şingalê (ji aliyê PKKê ve hatiye avakirin) qayîmeqamtiya wî qebûl nake, jî got, ev tê wê wateyê ku Destûra Iraqê qebûl nakin. Ez beriya bibim qayîmeqamê Şingalê ez parlamenterê Iraqê bûm. Ez bi dengê gelê Şingalê hatime hilbijartin. Ewên ku Destûra Iraqê qebûl nekin em jî wan qebûl nakin…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst