Galeriya wêneyan

15-10-2023
20 Photos
Murat Bulut

4emîn Kongreya Awarte ya Partiya Çepên Kesk (YSP) hat lidarxistin.

Di kongreya Partiya Çepên Kesk de guherîneke berfireh di rêveberiyê de hat kirin, hevserokên nû hatin diyarkirin û navê partiyê jî hat guhertin.

Di kongreya ku li Hola Werzişê ya Ataturkê ya Enqereyê hat lidarxistin de bang li hikûmetê hat kirin ku ji bo “Çareseriya Pirsa Kurd” gavan bavêje.

Di kongreya ku dirûşma wê “Dîsa ji bo Azadiyê” bû, navê nû yê partiyê bû Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP).

Hevserokên nû yên partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan in.