Galeriya wêneyan

15-10-2021
11 Photos
RÛDAW

Festîvala Hinaran a Helebcê îsal bo cara heftemîn birêve çû ku 3 rojan berdewam kir. Nêzikî 500 kes tê de beşdar bûn ku zêdetirî 100 kesan hinar û berhemên hinaran nimayîş kirin.

Li Helebcê 26 corên cuda yên hinaran hene ku binavûdeng in.

Rêveberê Kiştûkaliya Helebcê Sitar Kemal dibêje, salên derbasbûyî nêzikî 35 hezar ton hinar dihatin berhemanîn, lê îsal kêmbaranî û hişkesaliyê ev rêje daxistiye bo 25 hezar ton.

Li ser festîvalê jî Sitar Kemal dibêje, ew her sal festîvala hinaran berfirehtir dikin û got, “Me kariye hinarê bikin nasnama Helebcê û hinara Helebcê zêdetir bidin naskirin û daxwaza li ser jî sînorê parêzgehên Herêma Kurdistan û Iraqê derbas kiriye.”

Rêveberê Kiştûkaliya Helebcê got jî, ew dixwazin dezgeheke gelek baş hebe ji bo hinardekirina hinarên Helebcê bo bazarên derveyî Herêma Kurdistan û Iraqê.

Cotkar jî giliyê li ser wê yekê dikin ku di dema gihiştina hinaran de hawirdekirina hinaran nayê rawestandin ku hinarên Kurdistanê ji Tebacê heta Berfanbarê tên berhemanîn.

Wezareta Kiştûkalî ya Herêma Kurdistanê diyar dike, plana wan heye ku alîkariya temam a cotkaran bikin û rêya hinardekirina wan bo derveyî welat berfirehtir bikin.

Berdevkê Wezareta Kiştûkal û Çavkaniyên Avî yê Herêma Kurdistanê Mihemed Husên dibêje, “Me îsal rênimayên nû derxistin bo hemû wan kompanyayan ku dixwazin berhemên cotkarî hinardeyî derveyî welat bikin. Me ji wan re gotiye, `bi şêwazekê kar bikin ku ji pêgeha berhemên navxwe yên Kurdistanê kêm nekin û li ser standartên wan welatan bin ku hinar daxwaz kirine, heta niha du kompanyayan bi temamî amadebûna xwe ragihandine.”

Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebcê 3 rojan berdewam dike û îsal tenê di heyama roja yekem de, 5 hezar kesan serdana festîvalê kirin û jibilî hinaran, bi sedan corên fêkî û sewzeyên werzî û berhem û xwarinên Kurdewarî li yarîgeha Helebcê hatin nimayîşkirin.