Dîplomatê tirk: AK Partî dê dengê kurdan wenda bike

15-10-2017
Nîşan Murat Ozçelîk Iraq Tirkiye Ak Partî Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê berê yê Tirkiyê li Iraqê Murat Ozçelîk diyar kir, ku daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê ji ber pêdiviyên siyaseta nexwe ne û ne ji dil in. Herwiha da xuyakirin, ku dê dijitiya kurdan bibe sedema wendakirina dengên kurdan.


Balyozê berê yê Tirkiyê li Iraqê û Cîgirê berê yê Partiya Komarîxwaz a Gel CHPê Murat Ozçelîk di hevpeyvîneke taybetî de ji Rûdawê re got: “Kurdên Iraqê niha dibêjin çi bûye sedem, ku berpirsên Tirkiyê dibêjin emê hinardeya petrolê bidin sekinandin û deriyan bigrin. Lê ev gotin ji bo siyaseta navxwe tên gotin.”

 

“AK Partiyê da dûv siyaseta Bahçelî”

 

Ozçelîk behsa peywendiyên gelê kurd û tirk kir û diyar kir, ku di nava siyasetmedarên Tirkiyê de gelek kes hene, ku li hember kiryarên li dijî kurdan disekine.

 

Bi gotina Ozçelîk tenê serokê partiya nijadperest Devlet Bahçelî bi tundî li dijî referandûma serxwbûna Kurdistanê sekiniye û AK Partiyê jî daye dûv siyaseta Bahçelî.

 

Murat Ozçelîk got: “Ez we piştrast dikim, ku biratiya gelê kurd û tirk bi van gotinan xira nabe. Em nahêlin xira bikin û hûn jî rê nedin kes xira bike.”

 

“Ak Partî dengê kurdan wenda dike”

 

Siyasetvanê tirk eşkere kir, ku di hilbijartinên dawiyê de Ak Partiyê ji bajarên kurdan ji sedî 37ê dengan bidesat xistiye lê ji ber polîtîkaya li hember kurdan rêjeyeke mezin a van dengan ji dest daye.

 

Ozçelîk wiha axivî:

 

“Kurdên li vê derê û yên li Tirkiyê xizmên hev in. Ma hûn bawer dikin, ku kurdên li Tirkiyê dengê xwe bidin wê partiya ku dijiriya mafên birayên wan û xizmên wan dike? Herwiha di hilbijartinên serokatiyê de ew kesên van peyvên tûj dikin dê bersiva xwe bigrin û dê dengên wan zêde nebin.”

 

“Hikûmeta Iraqê di bin bandora Îranê de ye”

 

Derbarê peywendiyên Tirkiyê Îranê de jî Ozçelîk nêrîna xwe bilêv kir û destnîşan kir, ku hikûmeta Iraqê bi piranî di bin bandora Îranê de ye û wiha berdewam kir:

 

“Dema dibêjin hikûmeta nbavendî ya Bexdayê, hemû kes dizane, ku eb hikûmet heta radeyeke mezin di bin bandora Îranê de ye. Em vê ji nedîtî ve nayên. Di hilbijartinên 2010ê de Lîsteya Iraqiye di hilbijartinan de serkeft. Lê Malîkî bi piştgiriya Îranê li ser desthilatê ma. Ji xwe hûn dizanin, ku biryarên wî ev welat bire ber bi karesatê ve. Ez baş dizanim, ku dema ji bo hevdîtinan ez diçûme çem berpirsên Bexdayê, li pişt min ve nûnerên Îranî dihatin û ji wan re digotin dest ji van berdin ev sunnî ne. Hûnê van karan bikin. Ez nûnerê Tirkiyê bûm min aliyê mezhebî li ber çav nedigirt lê Îranê wiha lê dineriya.”

 

“Pirsgirêka Kerkûkê pirsgirêkeke nav xwe yê Iraqê ye”

 

Balyozê berê yê Tirkiye li Iraqê daxuyakirin ku, divê pirsa Kerkûkê bi awayekî bê çareserkirin, ku mafê kurd, turkmen û ereban parastî be.

 

Ozçelîk diyar kir, ku mijara Kerkûkê pirseke navxweyî ya Iraqê ye û divê mafê tevahiya pêkhateyên vê parêzgehê parastî be û wiha got: “Binêrin bi gîştî xelkê me li Tirkiyê jî hindek tiştan nizane û wisa dibîne ku xelkê tirkmen yê li Kerkukê di felaketekê de ye. Ez naxwazim bikevin hurgiliyên wê lê li Tirkiyê partiyek derdikeve dibêje ku Kerkûk 82yemîn bajarê me ye û Musil jî 83yemîn bajarê me ye û li ser vê yekê hindek kes radibin dibêjin ku em dê herin Kerkûkê çareser bikin.

 

Ji aliyê Tirkmenan ve bajarê Kerkukê wateyek xwe ya dîrokî heye û karvedanên vê li Tikriyê jî hene. Lê weke Dewleta Tirkiyê em vê yekê baş dizanin ku Kerkûk bajarekî Iraqê ye û ji lewma ev pirsgirêka Iraqê ya navxweyî ye. Lê dema ev pirsgirêk li Iraqê tê çareserkirin pêwist e hem mafê tirkmenan,hem yê kurdan û hem jî yê erban neyê piştguhxistin û bi awayekî baş were berçavkirin. Pêwîstî bi pergaleke baş li wir heye ku her miltetek di nava aramiyê de bijî.”

 

“Tirkmen û ereb jî li dijî Heşda Şeibî ne”

 

Murat Ozçelîk da xuyakirin, ku divê Tirkiye baweriya xwe bi gotinên Îranê neyne û sedema paşxistina serdana Serokwezîrê Tirkiyê ya ji bo Bexdayê jî bi van gotinan anî ziman:

 

“Li Astanayê li hev kirin lê paşî Sûriyê ji Tirkiyê re got leşkerên xwe ji Idlibê vekişe. Îran van gotinan bi Sûriyê dide gotin. Li vir jî ji gotin bila Tirkiye leşkerên xwe ji Başîkê vekişe. Lê Tirkiye leşkerên xwe yên li Başîkê venakişe. Ma çawa baweriya xwe bi Îranê bîne. Qasim Silêmanî hatiye li Kerkûkê bi tevê Heşda Şeibî serê mirovan bibre. Di nava Heşda Şeibî de hinek tirkmenên şîe hene. Lê tirkmenên Kerkûkê naxwazin kurd wan radestê Heşda Şeibî bikin. Serokomarê Tirkiyê bi xwe gotibû Heşda Şeibî terorîst e. Niha dê kî Kerkûkiyan biparêze?”

 

Ozçelîk tekez kir, rêkeftin û nêzîkbûna Tirkiye, Îran û Iraqê tiştekî konjoktûrî ye û demkî ye. Lewma di warê stratejîk de ne gengaz e, ku Tirkiye nêzîkî van hêzan bibe.

 

“PKK divê bizane, bi tundî nabe”

 

Balyozê berê yê Tirkiye li Iraqê di berdewama axaftinên xwe de diyar kir, ku pirsa kurd bi rê û rêbazên tundî çareser nabe û got: “Divê PKK jî vê tiştê baş bizane. Bi piştevaniya Îranê yan aliyeke din, bikaranîna rê û rêbazên tundûtijiyê ti sûdekê nagihîne kurdan. Tirkiye dewleteke mezin û bi hyer awayî dikare li hember PKKê ser bikeve lê naxwaze ji ber PKKê kurd wenda bikin û zirarê bibînin. Ji bo peywendiyên kurd û tirkan têk neçe divê PKK jî dest ji vê rêbazê xwe berde.”

 

Murat Ozçelîk pêşbînî kir, ku li Tirkiyê piştî hilbijartinên serokatiyê dê pêvajoyeke nû dest pê bike û got: “Li Îranê ji herêma Kurdan re dibêjin Kurdistan lê Kurdên Îranê bi qasê ji sedî 10ê kurdên Tirkiyê xwedan mafan nîn. Lê mixabin Tirkiye ketiye bin desthilata serokekî tekane. Ev yek jî ziyanê dide demokrasiya Tirkiyê. Ez bawerim emê bi hevre van tiştan derbas bikin.”

 

“Ez bang li birayên xwe yên tirkmen dikim”

 

Ozçelîk bang li tirkmenên Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê Erşed Salihî kir, ku nekevin bin bandora hejmûna Heşda Şeibî û wiha peyivî:

 

“Bila nekevin bin bandora Heşda Şeibî û aliyên din. Em dikarin li vê derê bingeha pêkvejiyanê ava daynin û hemû kes jî dikare rêzê jê re bigre. Ez bawer dikim ku mafê tirkmenan jî di vê çarçoveyê de bi şêwirîne li gel rêveberiya Kurdistanê were çareserkirin.”

 

Murat Ozçelîk di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser peywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê û got: “Piştî rewşa aram bibe dê ev der ji bo Tirkiyê bibe paşxaneke giring a enerjiyê. Herwiha Tirkiye jî ji bo vê derê heman awayî ye. Ez dixwazim ji gelê Tirkiyê re jî bêjim, referandûmn destnîşankirina îradeya gelê kurd e û ev nayê wê wateyê ku demildest dê serxwebûn were ragihandin.”

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst