Galeriya wêneyan

15-09-2022
16 Photos
Bilind T. Abdullah

Li Bêstane ya Hewlêrê beşek ji Pêşmergeyên Fermandehiya Barzan piştî dawîhatina dewreya perwerdeyên xwe nimayişek pêşkêş kirin.

600 Pêşmergeyan 4 mehan di warê perwerdeya leşkerî ya bingehîn, perwerdeya cesteyî, perwerdeya çekên cûrbicûr, taktîkên leşkerî û hişyariya nîştmanî de perwerde dîtin.

Perwerdeya van Pêşmergeyan li Baregeha Perwerdeyê ya Hêza Piyade yên Hewlêrê bû.

Berpirsê Yekîneya 80 ya Hêza Pêşmerge Necat Elî ragihand ku pêwîst e hêzeke Pêşmerge ya rêxistinkirî hebe bo rûbirûbûna dijmin û ji bo vê yekê jî, ew ê berdewam bin li ser hewlên xwe yên ji bo bi rêxistinkirina Hêza Pêşmerge.