Barzanî: Guh nedin ti kesî, em referandumê paş naxin!

15-09-2017
RÛDAW
Mesûd Barzanî
Mesûd Barzanî
Nîşan Kurdistan Referandum Serxwebûn Barzanî
A+ A-

Amêdî (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di ahenga piştgiriya ji bo referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya li Amêdiyê de, helwesta dawî ya xwe li ser sazkirina referandumê aşkere kir û got: “Heta îro jî ti alternatîvê ku ji bo serxwebûnê cihê referandumê bigire, bo me nehatiye.”

 

Îro Înê 15ê Îlona 2017ê li navçeya Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê ve ahengeke mezin ji bo piştevaniya li referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê birêve diçe, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî têde amade bû û gotarek pêşkêş kir.

 

Mesûd Barzanî di gotara xwe de ragihand: “Tenê gelê Kurdistanê rewatiyê dide referandumê û ji bilî wê ti aliyekê din nîne. Guh nedin ti kesî, em referandumê paş naxin û em dê ber bi referandumê ve biçin. Tişta ku pêwîst be, em dê bikin û baca wê çi be em dê bidin.”

 

Derbarê alternatîva Amerîka û welatên zilhêz bo paşxistina referandumê de, Mesûd Barzanî ragihand: “Duh şandek li cem min bû, ez daxwazekê li we dikim, gelek xwe bi nûçe û gotinên televizyonan mijûl nekin. Heta îro ev alternatîva ku cihê referandumê bo me bigire, ji me re nehatiye. Referandum amraz e, ne armanc, amraz e ji bo serxwebûnê û armanc nîne, serxwebûn armanca me ye. Bila kerem bikin li cihê referandumê wê alternatîvê ji me re bînin, referandum her pêwîst nake. Lê belê ji me re bêjin ku referandumê paş bixin û em dê vê û wê ji we re bikin, em dibêjin ku gelek soz dane me, lê belê ti ji wan (sozan) cîbicî nekirin, ji ber wê jî em referandumê paş naxin.”

 

Barzanî herwiha da xuyakirin: “Min bihîstiye teqrîben di encama gotûbêjan de dudiyek peyda bûye, xelkê Kurdistanê rewatiyê dide referandumê ne ku li derve rewatiyê bidin me. Pirsyara me jî bo wan ev e; Eger hûn daxwaza paşxistina referandumê dikin û hîç alternatîvekê nadin, êdî kanê prensîpên we, ka propagandayên we bo mafên mirovan, ka propagandayên we bo demokrasiyê?, me çaverê dikir, ji padaşta xwîna şehîdan û şikandina efsaneya DAIŞê, bihên û bêjin mafê we ye, madem ku ew dijatiya me dikin, em jî ti hesabekê ji nêrîna wan re nakin.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê li ser biryara Parlamentoya Iraqê ya derbarê redkirina referandumê û ji kar dûrxistina Necmedîn Kerîm ji posta Parêzgariya Kerkûkê de jî axivî û destnîşan kir: “Xwe newestînin, biryarên we nagihin Kurdistanê”.

 

Barzanî tekez kir: “Berpirsên Iraqê şirîkatî û lihevkirin û hevsengiyê li Bexdayê qebûl nakin û em jî xizmetkirina wan qebûl nakin.”

 

Derbarê Kerkûkê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de jî, Barzanî got: “Ev dever Kurdistanî ne. Hûn bi xwe dizanin ku me ji bo wî sînorî û xaka Kurdistanê çi qehreman dan. Em amade nînin ku bo yek xûlekê jî nîqaşê li ser sînorê Kurdistanê bikin.”

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst