Serok Barzanî pêşwaziya Qasim Şeşo kir

15-09-2014
RÛDAW
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge yên Çiyayê Şengalê kir.

 

Di destpêka hevdîtinê de Serok Barzanî xêrhatin Qasim Şeşo kir û spasî xwe bo hemû Pêşmergeyan kir ku gelek wêrek û azayane bergirî li çiyayê Şengalê kirine. Barzanî got, li gel hewlekî zêde ya terorîstan Pêşmergeyên qehreman nehiştine çiyayê Şengalê bikevê destê dijminan.

 

Serok Barzanî tekez kir ku ew tawanên terorîst û hevkarên wan li Şengalê encam dane dê bi cezayên giran bên cezakirin. Barzanî baweriya xwe anî ziman ku, Şengal û hemû deverên ku ji aliyê terorîstan hatine dagîr kirin têne azad kirin û xelkê Şengalê jî bi serbilindî vedigerin nav malên xwe.

 

Di hevdîtinê de Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şengalê spasiya Serok Barzanî kir ji bo derfeta vê hevdîtinê û bi hurî têbiniyên xwe yên li ser rewşa Şengalê gihandiye Serok Barzanî. Şeşo got, Hêza Pêşmergeyên Şengalê amadene hemû deverên Şengalê rizgar bikin û di vê warê benda fermana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst