Barzanî ji bo Menderes û Bayar name şandiye

15-08-2015
Cesim İlhan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Nameyên Şêx Smaîl Barzanî ji bo Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Adnan Menderes û Serokomarê Tirkiyeyê yê berê Celal Bayar şandîn hatin dîtin.

 

Kurê alimê kurd Mela Sadredîn Yuksel ê civaknas û nivîskar Mufid Yuksel ji Rûdawê re diyar kir, wî nameyên ji aliyê malbata Barzanî ve di sala 1956an de ji bo rayedarên Tirkiyeyê hatîn şandin, dîtine.

 

Civaknas û nivîskarê kurd Mufid Yuksel got wî dema ku di Tomargeha Serokwezîrî ya Komarî li Enqereyê de lêkolîn dikir, ew rastî nameyên Şêx Smaîl Barzanî ku kurê Ebdulselam Barzanî û biraziyê Mela Mistefa Barzanî ye, yên di 17ê Nîsan û 14ê Gulana 1956an de ji bo Adnan Menderes û Celal Bayar nivisandî hatiye.

 

Mufid Yuksel da zanîn Barzanî di wan nameyan de ji bo Filistînê piştgiriya Tirkiyeyê ji Menderes û Bayar xwestiye.

 

Yuksel amaje kir ku ew negihîştiye ti agahiyan ka Mendere û Bayar bersiva Barzanî dane an ne.

 

Herwiha civaknasê kurd destnîşan kir ku îdiayên dibêjin Barzanî bi eslê xwe cihû ne, xelet in û got malbata Barzanî ji neqşîbendiyan tên.












Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst