Hejmareke azeriyên tundrew tabloya Çiyayê Bozê Sîna rakirin

15-07-2020
RÛDAW
Navê ‘Bozê Sîna’ ji rengê kevirên boz ên wî çiyayî hatiye
Navê ‘Bozê Sîna’ ji rengê kevirên boz ên wî çiyayî hatiye
Nîşan Bozê Sîna Mergewer Urmiye Kurd Azerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke azeriyên tundrew careke din tabloya Bozê Sîna li parêzgeha Urmiyê daxistin ku ji aliyê çiyagerên Kurdistanê ve hatibû danîn.

Çend sal in hejmarek ji azeriyên tundrew hewl didin navê Çiyayê Bozê Sîna li navçeya Mergewera Urmiyê biguherin. Ji bo rêgirtina li vê hewlê, çiyagerên Kurd li Urmiyê û bajarên din, tabloyek li ser lûtkeya wî çiyayî danî bûn ku nav û bilindahiya çiya li ser hatibû nivîsîn.

Lêbelê di hejmareke azeriyên tundrew careke din ew tabloya li çiya rakirin û navê Bozê Sîna kirine ‘Bozlu Sîna’ û di girte vîdyoyeke ku belav kirine de jî dibêjin, ew rê nadin tabloya Bozê Sîna li ser wî çiyayê be.

Çiyagerên Kurd, Îna yekem a havînan kirine roja Bozê Sîna û di wê rojê de çiyagerên ji navçeyên ciyawaz diçin Mergewerê û hildikişin çiyayê Bozê Sîna.

Çiyayê Bozê Sîna, di navbera bajarên Şino û Urmiyê de ye û dikeve nêzikî sînorên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Ji ber bilindahiya çiya û cihê wî cografîk, berdewam berfa zivistanê heta dawiya havînê jî li ser wî çiyayê Kurdistanê dimîne. Navê ‘Bozê Sîna’ jî ji rengê kevirên boz ên wî çiyayî hatiye.

Bilindahiya Bozê Sîna 3480 metre ye li ser asta rûyê derya, jibilî sirûşta geştyariyê, ajelên wek hirça qehweyî, gur, rêwî û çeqel û biznên kîvî lê dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst