Li Amedê konê fitarê yê Konsulxaneya Amerîka ya Edenê rastî êrişê hat

15-07-2014
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê li Qada Deriyê Çiyê komekê êriş kir ser konê fitarê yê ji aliyê Serkonsulê Edenê ya Emerîkayê û Şaredariyê Sûrê ve dihat dayîn. Di bûyerê de 5 kes birîndar bûn.

Peyamnêrê Rûdawê li Amedê ragihand, îro danê êvarê Komek kes nêzikî dema fitarê êrişî konê fitarê yê ji aliyê Konsulxaneya Amerîka ya li bajarê Endenê yê Tirkiyê û Şaredariya Sûra Amedê ve hatibû vegirtin, kir.

Di êrişê de 5 kes birîndar bûn. Ji nav van birîndaran de kesê bi navê Mustafa Ocakli giran birîndar bû.

Birînadar li Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê hatin dermankirin. Polîs piştî êrişê li Qada Deriyê Çiyê tedbîrên ewlekariyê yên berfireh girtin.

Serkonsulê Edenê yê Emerîkayê John Espînoza li ser vê êrîşê di Komeleya Rojnamevanan de civîna çapemeniyê pêk anî û ew êriş şermezar kir û anî ziman ku ev kesên êrişkar nûnertiya xelkê Amedê nakin.

Espînoza wiha dom kir: “Êrişa kesên holîgan û beredayî ku xwarina zarokan ji devê wan distînin û dirijînin, nayê qebûl kirin. Lê ez ne bawerim ku ev êriş di navbera me û xelkê Amedê de dilsariyê çêke.”



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst