Mesrûr Barzanî: Hêvî dikim cejn bibe wesileya baştirbûna rewşa darayî

15-06-2024
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Hêvî dikim cejn bibe wesileya xweşî,  şadî û baştirbûna rewşa darayî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyamek belav kir û cejna tevahiya Misilmanên Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê  pîroz kir.

Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku cejn bibe wesileya baştirbûna rewşa darayî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de wiha got:

“Bi minasebeta hatina cejna pîroz a Qurbanê, gerimtirîn pîrozbahiyê li tevahiya Misilmanên Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê bi taybetî Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlehiya navxwe, xizm û malbetên serfiraz ên şehîdan û enfalkiriyan dikim.

Hêvî dikim rojên cejnê di nava rewşeke aram û selamet de derbas bikin.

Bila cejn bibe wesileya xweşî, xweşguzeranî, şadî û baştirbûna rewşa darayî ya xelkê, zalbûna aramî û aştiyê li cîhanê û geşbûna zêdetir a aramî û çanda bihevrejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên herêma Kurdistanê de.

Cejna we pîroz be û her tim di nava aramiyê de bijîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst