Li Bakurê Kurdistanê rêjeya zarokên karker zêde bûye

15-06-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Li gor amarên fermî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 milyon karkerên zarok hene
Li gor amarên fermî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 milyon karkerên zarok hene
Nîşan Bakurê Kurdistanê Karker Zarok
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li gor amarên fermî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 milyon karkerên zarok ango yên di bin temenê 18ê dan hene û ji van zarokan 850 hezarê wê zarokên Kurd in,  çi yên ku di temîrxaneyan de çi yên ku di pîşesaziyê de dixebitin, herwisa li gor heman raporê salane 374 hezar zarok jî di werzên buharê de dest ji dibistanên xwe berdidin û bi malbatên xwe ve diçin paletiya zevî û baxçeyan.

 

Hevalbendên wan niha di dibistan û kolejan de perwerde dibînin, le ew bi temenên xwe yên biçûk di kelegerma havîna Amedê bi destê don karên ji şiyana xwe mezintir dikin.

 

Emrûlah Yusif, Ezîz û Egît her yek çîroka wan cuda ye, lê çarenûsa wan heman çarenûs e, ew ji ber bêderfetiyan dest ji dibistanên xwe berdane û her yek li ber destê hostayeyek temîrvan rojane 12 saet karkerî dikin.

 

Karker Emrullah Aslan dibêje: “Bavê min got here kar bike ez jî hatim vê derê, lê ez ji kar qet hez nakim, em heft bira ne tenê yek diçe dibistanê.”

 

Yusuf Karaduman diyar dike: “5 sal e ku ez li vê derê kar dikim, herwiha diçim dibistanê jî, mesrefa xwe ji vê derê derdixim û ji malbata xwe re nabime bar û piştî.”

 

Zarokên karker li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her diçin zêdetir dibin, tenê di navbera salên 2017 û 2018an 7000 zarok, yên salên 2018 û 5 mehên 2019 an de 3500 zarokên karker zêde bûne û niha hejmara wan bi ser 2 milyonan ketine. Li gor sazî û sendikayên perwerdekaran rewşa zarokên Kurd  di metirsiyeke mezintir de ye.

 

Serokê Sendikaya Perwerdehiyê yê Amedê Abbas Şahîn ji Rûdawê re diyar kir: “Dema em li Bakurê Kurdistanê dinêrin dibînin ku herî zêde zarokên karker di karê kiştukaliyê de têne bikar anîn, karkeriya zarokan li gor peymanên navnetewî deryasayî ye, lê dewletên wek Tirkiyeyê ji ber erzaniya karmendiya zarokan çavên xwe ji vê yekê re digirin.”

 

Raporên Saziya Xebatê yê Navnetewî (İLO) wê yekê eşkere dikin ku li cîhanê 152 milyon karkerên zarok hene û ji van zarokan 73 milyonê wê di karên giran yên metirsîdar de kar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst