Medyaya Hikumeta Sûrî: Bendava Firatê tê radestkirin

15-05-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya ser bi hikumeta Sûriyê îdîa dike, ku dê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) bendava Firatê radestî hikumeta Sûriyê bike, lê hevseroka Encûmena Sûriya Demokrat Îlham Ehmed ragihand, ku bendava Firat projeyeke niştîmanî ye û dê di xizmeta hemû welatiyan de be.

 

Piştî kontirolkirina bendava Tebqayê ji aliyê hêzên HSDê ve, ji niha ve hikumeta Sûriyê çavê xwe berdaya vê bendavê.

 

Piştî daxuyaniya hevseroka Encûmena Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed ku gotibû, ku Bendava Firat projeyeke niştimanî ye û divê xizmeta hemû welatiyan bike, rojnameya El Weten a nêzîkî hikumeta Sûriyê ragihand, ku dê bendava Firatê radestî hikumeta Sûriyê were kirin.

 

Birpirsekî hikûmeta Sûriyê ji rojnameya el-Weten a nêzîkî hikûmeta Sûriyê re ragihandiye ku heta niha tu pêwendîya rasterast bi HSD re nehatiye kirin derbarê radestkirina bendava Firatê de.

 

Lê li gor rojnameya navborî, serkirdeyekî Kurd ji medyayê re eşkere kiriye ku pêwendî li gel serkirdayetiya Sûrî hatiye kirin û rêkeftin li ser radestkirina bendava Firat ji bo aliyên fermî yên Sûrî hatiye kirin.

 

Li gor berpirsê Sûrî, hin navbênkarên Kurd dê pêwendiyê li gel HSD bikin da ku rêkeftin li ser şêweyê radestkirina bendava Firat ji bo hikûmeta Sûriyê were kirin.

 

Li gor heman berpirsê Sûrî, bendava Feratê 800 Mêga Wat elektirîk berhem dide û Heger kete ser kar wê elektirîkê bide bajarê Helebê û gundewarên wî.

 

HSD heta niha daxuyaniyên ku di vê rojnameyê de belav bûne piştrast nekiriye, lê tê gotin dibe ku HSD hinekî elektirîka vê bendavê bide navçeyên hikumeta Sûriyê li Helebê, bi taybet ji bo herdu bajarokên Kurdî yên Til Hasil û Til Eranê.

 

Hîn jî bendava Firatê nehatiye çakkirin û pêwîst e tîmên çaksaziyê derbasî nav bendavê bibin û ji mayinan paqij bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst