Dersîm (Rûdaw) - Bi pêşengetiya pîr û rêberên olî û bi hevkariya bawermendên elewî 7emîn qezaya Dêrsîmê Xozat jî bû xwedî cemxane.
Di dîroka komara Tirkiyê de yekem cemxaneya navçeya Xozatê hat vekirin.
Di vekirina cemxaneyê de digel amadebûna derdora 500 bawermendî, nûnerên partiyên siyasî û civaka sivîl, parêzgarê Dêrsimê, Rektorê Zanîngeha Dersîmê jî di mêresima vekirinê de amade bûn.
Herçend wekî perestgeh bi fermî nehatibe naskirin jî lê kurdên elewî ji berê serbestir perestin û îbadetên baweriya xwe bi cih tînin. Lê demeke dirêj li bajarên Tirkiyeyê dêrsîmîbûn û kurdbûna xwe vedişartin
Bawermend pir dilşad in ku êdî li navçeya wan jî cemxane heye. Ku pêştir perestgeha wan nebû têde cem girê bidin. Herwiha cih tunebû têde meytên xwe jî bişon.
Bawermendên elewî derfetên ku dewletê dane dêr û mizgeftan ji bo cemxaneyan jî dixwazin.
Nivîskar Alî Kaya amaje ji Rûdawê re amaje kir ji bo daxwazên elewiyan bi cih werin bêguman pêwîstî bi guhertina qanûnan heye û ew jî daxwaza vê yekê dikin.
Şaredarê Xozatê Celaletîn Polat jî wiha got:
"Divê demildest guhertinên makeqanûnî pêk bên. Jixwe ji vê makeqanûnê tiştek dernakeve. Me encamên wê dît. Ne tenê di warê baweriyê de di warê nijadî de jî gellek êş hatin kişandin. Pêwîst e êdî makeqanûn biguhere û mafê hemwelatiya yeksan pêk bê. Cemxane û perestegehên din divê wekî peresteh werin naskirin."
Kurdên elewî dixwazin bê ferq û cûdahî bi serbilindî, azad û serfiraz; bawerî û nasnameya xwe bijîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse