Galeriya wêneyan

15-05-2013
19 Photos
RÛDAW

Amed (Rûdaw/DÎHA) - Li Edene, Şirnex, Wêranşar û Qoserê bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî şahî hatin lidarxistin.

Di pêşengiya TZP-Kurdî, KURDÎ-DER û saziyên sivîl ên civakî de li Wêranar, Şirnex, Edene û Qoserê şahî hatin lidarxistin. Li navenda Etutê ya Şaredariya Wêranşarê, Navenda Etutê ya Mehmet Yalçin a Şaredariya Qoserê, li Salona Dawhetê ya Şaredariya Şirnexê û li taxa Anadolu ya Yuregîra Edeneyê bi girseyî pîrozbahî hatin lidarxistin. Di şahiyan de pankartên "Zimanê kurdî bila bibe zimane fermî", "15'ê Gulane Cejna Zimanê Kurdî li we pîroz be" hatin vekirin. Di pîrozbahiyan de pankartên "Ziman rumet e", "Bê ziman jiyan nabe", "Bê ziman aştî nabe" û "Bê ziman jiyan nabe" hatin berzkirin.

Di bernameyan de axaftin hatin kirin, muzîk hat guhdarkirin, govend hat gerandin û piştre jî meş hat lidarxistin.