Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yeşîlyurt a Meletiya Bakurê Kurdistanê ji malekê 8 kamyon çop hat derxistin.
Li gor daxuyanuya Şaredariya Yeşîlyurtê li taxa Gaziyê ji ber ku ji malekê bêhneke nebaş dihat welatiyan şaredarî agahdar kirin.
Li ser agahdarkirinê zabita û tîmên paqijiyê çûn mala ku behsa wê hat kirin û dîtin ku mal tijî çop û zibil e.
Xebatkaran ji malê 8 kamyon çop derxistin.
Şaredarê Yeşîlyurtê Mehmet Çinar jî got ew her tim ji bo tendirustiya gel û civakê bihesas xebatên xwe dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse