Kerkûk (Rûdaw) – Rêveberê Asayîşa Daqûqa navçeya Kerkûke dibêje, Heşda Şeibî hewl di nav kurdên kakeyî de hêzekî nû yê kakeyiyan çêbike û diyar dike, ku bi soza pere û pile dixwazin ciwanan tevlî xwe bikin.
Mîlîsên şîe Heşda Şeibi niha jî mijûlê wê yekê ye, ku kurdên kakeyî tevlî xwe bike. Rêveberê Asayîşa navçeya Daqûqê ya Kerkûkê Pola Ehmed ji Rûdawê re ragihand, ku niha hêzekî Heşda Nîştîmanî ya sunneyan, ku ew jî li ser Heşda Şeibî ne li gundên Taze û Xurmatû hatine bicîhkirin. Ji pêkhateyên ereb, tirkmen û kurd 200 çekdarên wan hene.
Pola Ehmed eşkere kir, ku heşda Şeibî lîwayekî hezar kesî ji pêkhateyên kurd, ereb û tirkmenên Kerkûkê avakiriye û got; “Bi soza meaş û pileyan ciwanên kurd radikişin nav xwe.”
Piştî êrîşên DAIŞê Hêzên Pêşmerge Kerkûk û navçeyên wê diparêze. Lê ligel lawazbûna DAIŞê hewldan hene, ku li herêmê hêzên girêdayî Heşda Şeibî bên avakirin.
Fermandarê Mêhwera Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî di vê mijarê de ji Rûdawê re got; “Em hebûna Heşda Şeibî ya li nav sînorên xwe qebûl nakin. Ji bilî pêşmerge û hêzên din ên fermî, cihê ti hêzeke din li vê herêmê nîne. Erk û cihê Heşda Şeibî cuda ye û li Kurdistanê jî ti rolekê wan nîne.”
Kerkûkî herwiha hebûna Heşda Şeibî ya li Kerkûkê jî weke tawan dibîne û dibêje, ku dibê nehêlin ciwanên kurd beşdarî wan bibin.
Bi nêrîna Kemal Kerkûkî dê di dawiya dawîn de Heşda Şeibî li hember serxwebûna Kurdistanê bibe gef.
Heşda Şeibî hewl dide li Kerkûk û navçeyên wê û herwiha li Şingalê ciwanên kurd rakêşe nav xwe.
Roja 24ê Sibata 2015ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nameyek ji bo Wezareta Pêşmerge şand û daxwaz kir, ku çalakiya vê hêzê ya li herêmên bin kontrola pêşmerge de bidin sekinandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse