Li Efrînê dest bi derxistina nasnameyên elektronîk tê kirin

15-01-2019
HUSÊN OMAR
Li Efrînê binpêkirinên çekdaran berdewam in
Li Efrînê binpêkirinên çekdaran berdewam in
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Efrîn Nasname Elektronîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî saziyên mafê mirovan û çalakvanên herêma Efrînê, di nava çend rojên borî de, kiryarên girtin, dizî û desteserkirin li ser destê grûpên çekdar hatine kirin. Herî dawî jî, Encûmenên Xwecihî ji aliyê Tirkiyê ve hatine agahdarkirin ku dest bi derxistina nasnameyên Elektronîk bikin.

 

Çalakvanên herêma Efrînê tirsa xwe ji van kiryarên hikûmeta Tirkiyê derbarê tomarkirina Erebên niştecîkirî de li Efrînê diyar dikin.

 

Li gor dîmen ji nav gundê Şêx Kêlê, ser bi devera Mabata ya herêma Efrînê hatine kişandin li wî gundî û çend gundên din li herêmê, çekdarên opozisyonê Sûriyê çend binpêkirin li dijî xelkê sivîl encam dane.


Li gorî saziyên mafê mêrovan û çalakvanên herêmê, girtin, dizî û desteserkirin li ser destê grûpên çekdar hatine kirin.

 

Roja 12ê vê mehê, çekdarên grûpa el-Hemzat avêtin ser mala Mihemed Ehmed li gundê Basûtê û du otomobîl desteser kirin.

 

Roja 3yê vê mehê, çekdarên opozisyonê avêtin ser mala welatiyê bi navê Ebdulqadir li nav bajarê Efrînê û malbat ji malê derxistin û mal desteser kirin. Her du ciwanên bi navê Ehmed Kehlo û Welîd Coco, ji bajarokê Şiyê, ji hefteyekê ve ji aliyê Emşat hatyine girtin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

 

Roja 4.12.2018, grûpeke çekdar Mihemed Elî Şêx Kêlo, 40 salî, ji gundê Şêx Kêlê revandine û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

 

Li devera Bilbilê, 150 çekdarên Nûredîn Zenkî avêtin ser gundê Kêla û bi nav malên gundiyan ketin û pere, zêr û telefonên destî dizîn. Piştre, heman grûpa çekdar, 40 malbatên çekdarên xwe li heman gundî niştecî kirine û du kesan ji wan pere û du gustîlkên zêr ji mala gundiyekî dizîne

 

Encûmenên Xwecihî ji aliyê Tirkiyê ve hatine agahdarkirin ku dest bi derxistina nasnameyên Elektronîk bikin. Nasname ji bo xelkê resen ên Efrînê û erebên hawirde yên niştecîkirî dê bi her du zimanên Tirkî û Erebî bên derxistin.

 

Li gorî çavkaniyên agahdar, tomarên rewşa şarewerî, anku nifûsa herêmê dê bi tomarên wîlayeta Hetayî ya Tirk ve bên girêdan.

 

Çalakvanên herêma Efrînê tirsa xwe ji van rêkarên hikûmeta Tirkiyê derbarê tomarkirina Erebên niştecîkirî li herêma Efrînê diyar dikin.

 

Li gorî çalakvanan, tomarkirina Erebên niştecîkirî hem rê li pêş vegera Efriyên koçber digire û hem jî niştecîbûna Erebên hawirde li herêmê bi şêweyekî dayimî disepîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst