Galeriya wêneyan

14-11-2017
19 Photos
RÛDAW

Rûdaw – AFP

 

Li gorî amara fermî yak u hikûmeta Îranê belav kiriye, ji ber erdheja bihêz a pêr şev, tenê li sînorê rojavayê parêzgeha Kirmaşanê 12 hezar malên welatiyan bi rêjeya sedî sed wêran bûne û bi erdê re bûne yek.

 

Herwiha bi hezaran mal û avahiyên din ên li herêmê di navbera ji sedî deh heta sedî nehvêd zirar dîtine.

 

Ji aliyekê din ve amara qurbaniyên erdhejê jî her ku diçe zêdetir dibe. Hikûmeta Îranê ragihandiye, di encama erdheja 7.3 Rîxterî ya pêr şev de, heta niha 530 kesan canê xwe ji dest dane û 7,460 kes jî birîndar bûne.

 

Hêj proseya lêgerînê û rizgarkirinê li herêmên ku erdhej çê bûye, berdewam e û li gorî zanyariyên ji xelkê xwecihî hêj bi dehan kes di bin kavilên avahiyan de mane û egera zêdebûna rêjeya qurbaniyan di saet û rojên bihê de gelek zêde ye.