Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin

14-10-2018
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Nêçîrvan Barzanî Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê Emar Hekîm Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li şandeke bilind a Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê bi serokatiya Emar Hekîm kir. Di civînê de herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin, ku proseya siyasî ya Iraqê li ser her sê bingehên “hevbeşî, wekhevî û lihevkirinê” birêve biçe.

 

Şanda bilind a Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê ku bi serdanekê li Herêma Kurdistanê ye, û ji nûnerên fraksyonên Ehrar, Saîrûn, Weteniye, Qerar, Erebiye, Nesir, Hikme û Eniya Hîwar pêkhatibû, îro ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

 

Li gorî daxuyaniya piştî civînê, şanda Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê ji ber serkevtina Partiya Demokrata Kurdistanê di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de pîrozbayî li Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir, herwiha behsa roka pêşeng a PDKê li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.

 

Heman şandê herwiha da xuyakirin, ku amadebûn û beşdariya bihêz a Partiya Demokrata Kurdistanê di proseya siyasiya Iraqê de giring e û di berjewendiya Iraqê û Herêma Kurdistanê de ye.

 

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de behsa qonaxa dahatî ya proseya siyasî ya Iraqê hat kirin û herdu alî nêrîna wan hevbeş bû, ku proseya siyasî ya Iraqê li ser sê bingehên “hevbeşî, wekhevî û lihevkirinê” birêve biçe û kêşeyên Hewlêr-Bexdayê li gorî destûrê bihêne çareserkirin.

 

Di civînê de herwiha tekezî li ser wê yekê hate kirin, ku hemû alî bo qonaxa dahatî hewlên cidî bidin bo pêşxistina Iraqê ji hermû aliyekê ve û kar bo cîbicîkirina daxwaziyên welatiyan, û dabînkirina seqamgîrî, avedanî û dabînkirina xweşguzeraniyê bikin.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de daye xuyakirin, ku Partiya Demokrata Kurdistanê dixwaze li ser wan sê bingehan, “hevbeşî, wekhevî û lihevkirinê”, û dabînkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bi awayekê çalak û bihêz beşdariyê di proseya siyasî ya Iraqê de bike, bi şêweyekê ku prose di berjewendiya tevahiya gelên Iraqê de be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst