Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Polîtbûroya YNKê Sedî Ehmed Pîre gotegotên ku dibêjin dê şandeke YNKê here Bexdayê, red kir.
Sedî Pîre ji Rûdawê re ragihand: Bi riyên cuda hewlên aramkirina rewşê berdewam dikin. Lê ti biryarek nîne şandekê YNKê bi tenê ji bo danûstandinan here Bexdayê.”
Di 2 rojên derbasbûyî de hikûmeta Iraqê hêzeke zêde şandiye ser sînorê navçeyên kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.
Hatina leşkerên Artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî ya li ser sînorê Kerkûkê, rewşa li herêmê aloz kir û ji ber vê yekê hêzên pêşmerge ketin amadebaşiyê.
Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmerge derbarê vê yekê de hişyarî dan û banga aramkirina rewşê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse