Rûdaw xizmeta EPGyê pêşkêşî bînerên xwe dike

14-09-2023
Nîşan Rûdaw TV EPG Xizmet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê, ji bo bînerên Rûdaw TVyê li ser satelaytê dest bi xizmeta EPGyê dike.

Rûdaw TV, televizyona Kurdistanê ya yekem e ku vê xizmetê pêşkêş dike.

Beşa Teknîkî ya Tora Medyayî ya Rûdawê, piştî test û ceribandinên pêwîst, doh (13.09.2023) wekî televizyona yekem a Kurdistanê bi hevkariya ICOMGyê ku hevkara navdewletî ya Rûdawê ye, ji bo bînerên xwe dest bi xizmeta satelaytê ya EPGyê kir.

Rêveberê Beşa Teknîkî ya Rûdawê Hejar Berzincî li ser xizmeta EPGyê got:

"Temaşevanên Rûdawê, bi rêya xizmeta EPGyê dikarin li ser satelaytê bername û demên weşanê yên hefteyekê bibînin.

Ev xizmet, ji bo bînerên Rûdawê xizmeteke girîng e da ku haya wan ji bernameyên ku ji wan hez dikin hebe.”

Rêveberê Beşa Teknîkî ya Rûdawê herwiha ragihand ku ew xizmet bi hewlên IT û MCRyê yên Rûdawê û bi hevkariya hevkarên satelayta Rûdawê hatiye organîzekirin û niha jî ji temaşevanên Rûdawê re tê pêşkêşkirin.

EPG xizmeteke taybet û girîng e ku kanalên televîzyonê yên herî mezin û pêbawer ên cîhanê ji temaşevanên xwe re pêşkêş dikin.

Rûdaw bû pêşeng da ku vê xizmetê bide temaşevanên xwe.

Temaşevanên Rûdaw TVyê dikarin bi tikandina bişkoka EPGyê ya li ser kumandaya televizyona xwe hemû bernameyên hefteyekê û tevên hûrgiliyên bernameya ku wê demê tê weşandin bibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst