Heseke: Koçberên Kampa Waşokanî ji ber germa havînê dinalin

14-07-2023
Loloxan
Heseke: Koçberên Kampa Waşokanî ji ber germa havînê dinalin
Heseke: Koçberên Kampa Waşokanî ji ber germa havînê dinalin
Nîşan Heske Kampa Waşokanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Serê Kaniyê yên li Kampa Waşokanî ya li bakurê rojavayê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê ku ji ber êrîşa Tirkiye di Cotemha 2019an de reviya bûn, ji ber germa havînê û nebûna elktrîkê dinalin.

Koçberê Serê Kaniyê Hesen Ehmed Xelef got “Pileya germê li nav çadirê dibe sed. Em zarokan derdixin derveyî çadirê û wan dibin çolê, ev yek baştre ku li nav çadirê bin. Rêxistin avê ji me re dadigirn, her 10 bermîl bo 20 çadiran tê dabeşkirin.”

Ji ber germahiya dijwar zarok rûbirûyê nexweşiyên zikçûn, zuwabûn û jehrîbûnê dibin. Herwiha bi şevan ji tirsa mar û dûpişkan koçberên kampê tên hişyarkirin.

Koçbera Serê Kaniyê Zekiye Casim Mihemed dibêje “Germ e, eger elektrîk hebe baş e, eger qut bibe em dimirin. Bi Xwedê ji germê em dilerizin û di nav xwêdanê de dimînin, em nikarin ne firavîn û ne şîvê jî bixwin. Bi dirêjahiya rojê em li çolê ne, em zarokên xwe dibin çolê, her rojê em zarokan dibin nexweşxaneyê. Zarokên me ji ber germahiyê nexweş in, tenê em baweşînkê li wan dikin.”

Di Mijdara 2019an de, Rêveberiya Xweser li gundê Twêne yê bakurê rojavayê Hesekê kampa Waşokanî ji koçberên Serê Kaniyê re ava kir. Zêdeyî 160 hezar koçber ku zêdeyî 2 hezar malbatan li xwe digirin li nav 1700 çadirên rizyayî dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst