Akrê (Rûdaw) – Herdu malbatên Zêbarî û Herkî yên li sînorê qezaya Akrê, piştî şer û pevçûnê li hev hatin.
Endamê Encûmena Parêzgeha Duhokê Îdrîs Herkî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku herdu malbatên Zêbarî û Herkî rêkeftinek îmze kirin ku êdî şer nekin û dawî li pevçûnê bînin.
Îdrîs Herkî diyar kir ku rêkeftin bi amadebûna nûnerê Sîdad Barzanî, Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûye û herdu aliyan rêkeftin îmze kirine.
Li ser teqekirina li xwendekarekî, li gundekî Akrê şer û pevçûn di navbera du malbatan de derketibû û ji ber wê pevçûnê welatiyek birîndar bûbû.
Peyamnêrê Rûdawê Eyûb Nesrî ragihand ku şerê navbera du malbatên gundê Bajêrê yê li Akrê heta derengên şeva derbasbûyî berdewam bû, ji ber şer nişteciyên gund, gundê xwe vala kirin û hêzên polîs, asayiş, pêşmerge û zêrevanî di demjimêr 23:00ê de rewş kontrol kirin û ketin nav gund.
Şer û pevçûn heta çar demjimêran berdewam bû û çekên keleşnîkof, narincok û RPG hatin bikaranîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse