Hewlêr (Rûdaw) – Li derdora bajarê Girê Spî (Til Ebyed) yê Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn didome. YPGê jî bang li sivîlên herêmê kir derbasî herêma Cizîrê ya Rojava bibin.
Operasyon û şerê girtina herêma Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê didome. Herî dawî, şervanên YPGê û hêzên Volkana Feratê beşek ji bajarokê Silûkê yê Girê Spî ji destê DAIŞê derxistine û rêya navbera Girê Spî û Helebê jî xistine bin kontrola xwe.
Ji aliyekî din, YPGê bang li sivîl û welatiyên ku ji ber şer ji mal û warê xwe direvin û li ser sînorê asê dimînin, kir ku derbasî herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bibin.
YPGê her wiha ragihand, çi ji destê wan were dê ji bo parastina sivîlan û hewandina wan bikin, dema şer jî qediya dê alîkariyan wan bikin ji bo ku vegerin mal û warê xwe.
YPGê anî ziman ku DAIŞ sivîlên herêmê ji xwe re wek mertal bikar tîne û xwe li pişt wan vedişêre.
Heta niha bi hezaran sivîlên herêma Til Ebyedê ji ber şer koçber bûne, hinek ji wan derbasî Tirkiyê bûne, hinek ji wan derbasî Kobanî bûne û beşek ji wan jî li ser sînorê Tirkiye û Rojava asê mane.
Li gorî wêne û dîmenên ku hatine belavkirin, çekdarên DAIŞê bi zora çekan ew sivîlên ku li ser sînorê Tirkiyê kom bûne, dîsa vedigerînin.
Di hinek ji wan dîmenan de tê dîtin ku leşkerên tirk û çekdarên DAIŞê beramberî hev rawestiyane.
Çekdarên DAIŞê bi zorê sivîlan vedigerînin Girê Spî, leşkerên Tirk jî li wan dinêrin!
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse