Rêveberiya Xweser derbarê deriyê Til Koçer de bersiva tohmetên Rûsya û Sûriyê da

14-05-2020
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê Rûsya Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê derbarê deriyê sînorî yê Til Koçer de daxuyaniyek belav kir û tawanên hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê red kirin.

Hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê roja duh, 13ê Gulanê, di daxuyaniyeke hevbeş de rexne li Rêveberiya Xwerser a Rojavayê Kurdistanê girtibûn û armanca vekirina Til Koçerê jî weke, ‘veguhastina çekan bo grûpên Kurdî, derbaskirina çekdaran û nexweşên koronayê ji bo erdên dewletên cîran û xebatên bazirganî û qaçaxçiyê’ rê kiribûn.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî derbarê van tawanên Rûsya û hikûmeta Sûriyê de daxuyaniyek belav kir û amaje bi wê kir, armanc ji vê yekê “dorpêçkirin û pêkanîna zextên siyasî ya li ser Rêveberiya Xweser e” û got, “Ev gotin nayên qebûlkirin û girêdayî helwest û ajandeyên siyasî yên Rûsya û hikumeta Sûriyê ye. Ev helwest nakevin xizmeta berjewendiya gelê Sûriyê."

Rêveberiya Xweser di wê daxuyaniyê de amaje bi wê jî kiriye, Rûsyayê vekirina deriyê Til Koçerê ku ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî tê bikaranîn, veto kir û diyar dike, “Li vê herêmê bi milyonan şênî û bi deh hezaran koçber ji bilî kampên Holê û Roj, hene."

Rêveberiya Xweser daxuyaniya Desteya Tendirustiyê jî bibîr aniye ku tê de hatibû gotin Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) bi erkên xwe ranebû û diyar kiriye ku hikûmeta Sûriyê jî hevkarî nekir û herwiha ragihand, “geştên balafiran ji Şamê ranewestandin û hin kes bi qaçaxî derbasî herêmê kirin û rê neda pişkinîna tendirustî bo bê kirin û vê yekê jî metirsiya belavbûna vîrusa koronayê zêde kir.”

Herwiha Rêveberiya Xweser, dibêje girtina deriyê Til Koçer di demekê de ku metirsiya vîrusa koronayê berdewam dike û rênedana bi hatina kelûpelên taybet bi rûbirûbûna koronayê ku di nav wan de amûrên PCR, henasedanê, derman û dermanên dezenfetekirinê û rewşa aborî ya ji ber daketina nirxê lîreya Sûrî, dê bibe sedema karesateke mirovî li herêmê.

Rêveberiya Xweser tekez kiriye, “Ev derî tenê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî  û alîkariyên ku dewletên hevpeymanên HSDê ku ji bo rûbirûbûna li dijî DAIŞê dişînin, tê bikaranîn.”

Herwiha Rêveberiya Xweser ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî û pêdêdiviyên ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê, vekirina deriyê Til Koçer girîng dibîne û diyar dike ku dewletên vekirina derî red dikin ji karîgeriyên karesata mirovî li ser bi milyonan niştecihên herêmê berpirsyar in.

Rêveberiya Xweser bang li hemû aliyên Sûriyê dike ku rewşên mirovî ji bo berjewendiyên xwe yên bo serweriya li Sûriyê bikar neyînîn û bi berpirsyarî tevbigerin û ji bo seqamgirî û diyaloga Sûrî-Sûrî kar bikin.

Deriyê Til Koçer ku deriyekî sînorî yê fermî û navdewletî yê di navbera Sûriyê û Iraqê de ye û niha di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye, ji sala 2011 ve girtî ye.

Di sala 2014 de wek yek ji deriyên gihandina alîkariyên mirovî li Sûriyê ji aliyê NY ve hatibû desnîşankirin, lê di destpêka îsal de NY, deriyê Til Koçer bi deriyê Remsa re li başûrê Sûriyê, ji lîsta deriyên ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî hatibûn taybetkirin, derxist.

Bi biryara jimar 2504 ya Encûmena Asayişa Netewên Yekgirtî ku di 10 meha yekê ya îsal de hat standin, ji ber vetoya Rûsyayê, alîkariyên ku ji vir derbas dibûn, hatin rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst