Li Rihayê erd herikî û bi tonan kevir û lat ketin ser rê

14-05-2019
RÛDAW
Ji ber barana zêde ya îsal ku erd sist bûye, erd herikî
Ji ber barana zêde ya îsal ku erd sist bûye, erd herikî
Nîşan Riha Baran Kevir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê erd herikî û bi tonan ber û lat ketin ser rê. Dîmen bi mobîlê hatiye girtin.

 

Li navçeya Bêlancûgê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde ya îsal ku erd sist bûye, erd herikî û bi tonan lat ketin ser rê û welatiyan bi zorê xwe rizgar kirin. Dîmenên wê kêliyê bi mobîlê hatine tomarkirin.

 

Bûyer, demjimêrên êvara doh li ser rêya perava Çemê Firatê nêzîkê Îstasyona Berhemanînê ya Kelaynak qewimî. Ji ber barana zêde ya îsal berî niha jî li navçeyê erd herikî bû. Vê care bi tonan kevir û lat ketin ser rê. Welatiyên ku bo seyranê hatibûn wê derê jî bi zorê xwe rizgar kirin, lê zerar gehişte 2 otomobîlan.

 

Piştî agahdarkirinê, aliyên peywendîdar û polis hatin cihê bûyerê û tedbîr wergirtin û bi dozeran dest bi paqijkirina rê kirin. Dema erd diherike dîmen bi mobîlê ji aliyê welatiyan vet ê tomar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst