Galeriya wêneyan

14-05-2017
22 Photos
RÛDAW

Silêmanî (Rûdaw) – Li Mizgevta Mezin a Silêmaniyê, derwêşên terîqeta Qadirî piştî nimêja nîvro dest bi zikran bi şêwaza xwe kirin.

 

Piştî ku melayê Mizgevta Mezin a Silêmaniyê, silava nimêja nîvro da, li hewşa mizgvetê, dengê zikra derwêşên terîqeta Qadirî bilind bû.

 

Ji ber bilindbûna dengê duholê, zikra derwêşan bala xelkê ber bi Mizgevta Mezin a Silêmaniyê ve dikişand.

 

Derwêşên por spî û por reş, ku pirça xwe dirêj kirine, li gel dengê duholê li bin zimanê xwe jî zikir dixwandin.

 

Mizgevta Mezin a Silêmaniyê sembola terîqeta Adirî ye, ew jî ji ber hebûna gora çend kesatiyên diyar û navdar ên wê terîqetê li hewşa vê mizgevtê, ku yên herî navdar ev in: Gora Kak Ehmedê Şêx û Şêx Mehmûdê Hefîd.

 

Mizgevta Mezin a Silêmaniyê di serdemê Îbrahîm Paşayê Baban de hatiye avakirin.