“Soma ne qeza ye, kuştina pîşeyî ye”

14-05-2014
A+ A-

 

Dêrsîm (Rûdaw)- Xwendekar û mamostayên Zanîngeha Tûnceliyê ya Dêrsîmê “ji ber bergiriyên pêwîst li Somayê nehatine girtin” di bin serpereştiya Egîtîm-Senê de xwepêşandaneke pirotestoyî li dar xistin.

Xwepêşanderan daxuyandin ku “Bûyera ku li Somayê rê li ber kuştina sedan karkerî vekir ne qeza ye, ji ber negirtina bergiriyên pêwîst kuştineke pîşeyî ya eşkera û liberçav e.”

Piştî daxuyaniyê komek ji xwepêşanderan qasî pênc xulekan riya Dêrsîm-Xarpêtê ji hatûçoya wesayîtan re daxistin.

Îro, xwendekar û mamostayên Zanîngeha Tûnceliyê ya Dêrsîmê di bin pêşengtiya Sendîkaya Mamostayan Egîtîm-Senê de bi armanca pirotestokirina karesata ku li kanzayeke komirê ya li navçeya Somayê ya ser bi bajarê Manîsayê pêk hat û tê de bi sedan karkerî canê xwe ji dest dan, li hewşa zanîngehê xwepêşandanekê li dar xistin.

Xwepêşandana ku li ber Koleja Endezyariyê bi pankarta 'Yên ku ji bo kulmek komirê, temenekê dikin qurban' ta li ber avahiya rektoriyê berdewam kir. Li vir li ser navê xwepêşanderan Nûnerê Egîtîm-Senê yê Zanîngeha Tûnceliyê Mehmet Aşkin ji raya giştî û çapemeniyê re daxuyand.

Aşkin, di destpêka daxuyaniyê de qala encamên bûyera li Somayê kir û got ku di encama karesata li kanzaya komirê/rijiyê qewimî de li gorî encamên heyî zêdetirî 200 karkerî jiyana xwe ji dest dane û bêhtirî 100 karker jî birîndar in. Aşkin, wiha pê de çû: "Bûyera ku li Somayê rê li ber kuştina sedan karkerî vekir ne qeza ye, ji ber negirtina bergiriyên pêwîst kuştineke pîşeyî ya eşkera û liberçav e.

Ji malbatên kesên ku di vê bûyera dilêş de canê xwe ji dest dane re em serxweşiyê dixwazin û ji birîndaran re jî xweşiyê dixwazin. Ji ber karesata ku duh rû da, bi sedan birayên me yên karker niha di bin kavilê kanzaya komirê de ne. Em nikarin vê tiştên qewimîne wekî qezayeke jirêzê ya kanzayî bibînin."

Aşkin, bertek nîşanî daxuyaniyên fermî yên ku dibêjin, 'Hê 2 meh berê li wê kanzayê çavdêriyên pêwîst hatine kirin' da û got ku ew venihêrtina çawa û ji aliyê kê ve pê hatiye. Di daxuyaniyê hat gotin ku sedemên bingehîn ên bûyerên bi vî rengî, kerta taybet û polîtîkayên hikûmet û dewletê yên di vî warî de ne. Aşkin, derbirî ku Qanûna Tenduristî û Ewlehiya Kar li ser kaxizê maye û neketiy meriyetê. Aşkin, di vî warî de wiha pê de çû: "Di 29ê Nîsanê de hersê partiyên opozîsyonê ji bo lêkolandina kanzayên li Somayê, pirsnameya hevpar pêşkêşî parlamentoyê kirine. Lê belê ev pirsnameya ji aliyê AKPê ve hatiye redkirin."

Herwiha Aşkin, anî zimên ku çavkaniya tengaviyê girîngînedana nirx û pîvanên zanist, ked û demokrasiyê ye. Piştî daxuyaniyê xwepêşanderan pênc xulekan li ber rektoriyê çalakiyê rûniştinê pek anîn. Piştre beşekê ji xwepêşanderan ji bo balkişandina ser bûyeran qasî pênc xulekan jî rêya Dêrsîm-Xarpêtê ji hatoçoyê re girt.





Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst