Galeriya wêneyan

14-04-2022
11 Photos
Bilind T. Abdullah

Hejmarek ji malbatên qurbaniyên Komkujiya Enfalê ji bo bîranîna 34emîn salvegera Enfalê çûn ser Keleha Nugre Selman û gelek bîranînên xembar ên wan rojan bi bîr anîn ku hin ji wan nedikarîn xwe bigirin, digiriyan.

Keleha Nugre Selman, keleha ku dikeve biyabanên başûrê Iraqê û rejîma Beis a Iraqê ya berê di dema kampanya Enfalê ya dijî gelê Kurd de, wek zindan bikar dianî û bi dehan hezar jin û mêr û zarokên Kurd li wê derê komkuj kirin.

Kesekî ji malbatên qurbaniyên Komkujiya Enfalê ji Rûdawê re diyar kir ku gelek endamên malbata wî hatine enfalkirin û got, "Birayê min bi hevjîna xwe re mehr birrî û berî ku bizewicin bi hev re hatin kuştin."

Komkujiya Enfalê ya ku bi ser Kurdan hat kirin, bi 8 qonaxan pêk hat, qonaxa yekemîn li Geliyê Cafayetî ku di 23ê Sibata 1988an de destpê kir û qonaxa dawî jî Behdînanê di 25ê Tebaxa 1988an de hat kirin û di vê pêvajoyê de zêdeyî 4 hezar gund hatin hilweşandin û nêzî 182 hezar Kurd canê xwe ji dest dan.

Qonaxa Komkujiya Enfalê ya li Germiyanê di 14ê Nîsana 1988an de dest pê kir û ew roj wek salvegera Komkujiya Enfalê hat qebûlkirin û her sal di wê rojê de qurbanê tên bibîranîn.

Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw