Galeriya wêneyan

14-04-2021
15 Photos
Bilind T. Abdullah

Konsulê Giştî Yê Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê spasname û xelata wezîrê derve yê welatê xwe gihande Tora Medyayî ya Rûdawê û got, Rûdaw bûye şahidekî cihê baweriyê û bûye sedema bihêzkirina baweriyê û têgihiştina di navbera herdu gelên Korya başûr û Kurdistanê de.

 Konsulê Giştî yî Koreya Başûr yê li Herêma Kurdistanê Choi Kwang-Jin ji bo gihandina wê xelat û spasnameya wezîrê derve yê welatê xwe serdana Tora Medyayî ya Rûdawê kir, navê xelatê jî "Xelata rêzgirtina jêhatîbûnê ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê" ye û îmzeya wezîrê derve yê Koria Başûr Çong Yowa Yeng li ser e.

Kurdistanê Choi Kwang-Jin di pêşkêkirina xelatê de axaftinek pêşkêş kir û got, spasiya karên medyayî yên Tora Medyayî ya Rûdawê dikim Rûdaw li hemû cîhanê navdar e, Rûdawê roleke girîng û bi bandor ji bo bihêzkirina pêwendiyên du alî di navbera Koria başûr û Kurdistanê de lîstiye".

Wêne: Bilind Tahîr / Rûdaw