Şahideka komkujiya Enfalê: Jinek ligel me bû herdu zarokên wê di rojekê de mirin

14-04-2020
RÛDAW
Îro 32mîn salvegera destpêkirina komkujiya Enfalê ye.
Îro 32mîn salvegera destpêkirina komkujiya Enfalê ye.
Nîşan Kurdistan Kurd Enfal Çîrokên Enfalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Roja 23ê Sibata 1988an yekemîn qonaxa komkujiya Enfalê ku têde zêdetirî 182 hezar welatiyên sivîl ên Kurd hatin komkujkirin, ji aliyê rejîma Beis a Iraqê ve dest pê kir.

Hejmarek kes ji wê komkujiyê rizgar bûne ku bîranînê tal ên wê karesatê hêj bi wan re ye û şahid û belgeyên zindî li ser wê cenosîda li hember gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê ne.

Di çend fîçeran de hejmarek ji wan kesan ku kesûkarên qurbaniyên Enfalê ne, ji Rûdawê re behsa çîrokên dilbiêş ên wê karesatê dikin

Seidiye Xurşîd Mecîd jineke xelka devera Germiyanê ye û ji Rûdawê re behsa êş û xemên wan rojan dike û diyar dike, ku ew çawan bi çavê xwe şahidê mirin û kuştina zarokan bûye, bi çi awayî kesûkarên wê jê hatine veqetandin û piştre hatine komkujkirin.

Sediye Xurşîd Mecîd wiha behsa wan rojan dike:

Sibehî bû, me hind zanî ku bû şer, em hemû reviyan bo Ezîz Qadir, ji wê derê jî bû şer û caşan êrîşî me kirin. Şerekî mezin li Omer Bilo û Ezîz Qadir rû da, ji wê derê jî em reviyan bo Eliyan û Binexe, ji wê derê jî em çûne wargeha Reqe û Qûle, kes bi kes nebû, axir zeman bû, helîkopter di ser serê me re diziviriyan û bombebaran dikirin, heta em çûne Mile Sore. Li Mile Sore bi otomobîla serbazî em hemû birin Topiz Ava, li Topiz Ava me dest bi girî û hawarê kir. Me got: Zilamên me ji me neveqetînin. Kesekî bi Erebî axivî û yekî din jî bi Kurdî got: Dayê wisa nekin, dê bibin navê wan tomar bikin. Her ew tomarkirina navan bû û hemû birin. Li ber çavên me destên zilamên me kelepçe kirin û çavên wan girêdan. Kelepçe têrê nekir, şûtika zilaman perçe perçe kirin û dest û çavên wan pê girê dan û li wan dixistin. Êdî bû şev û em xistin holekê, xelk gelek ditirsiya, li aliyekê yekê zarokê wê dibû, li aliyek din kesek dimir.

Bo dema 3 rojan em li Topiz Ava man, di wan 3 rojan de li em dixistin û  em îşkence dikirin, paşê em birin Dubiz, di destê her serbazekî de kabloyek hebû û cudahî di navbera zarok, mezin, pîr û xortan de nedikirn û li hemûyan dixistin. Paşê em veguhastin Topiz Ava. Li topiz Ava em xistin girtîgehê û zilam li me cuda kirin. Nizanim çi anîn serê wan zilaman û ew birin kuderê. Paşê em veguhastin. Heta bibêjî me jiyaneke zehmet hebû, hebû zarokê wê dimir, ez birîndar bûm û di tabûtê de ez birim. Hindik hindik ez derman dikirim heta hinik dihatim ser hişê xwe, erê wele li jinan û zarokan dixistin. Jinên genc û navsal li cihekî kom kirin, wê demê em keç bûn. Pîrejin û zilamên kal jî li cihekê kom kirin, di nava wê zindanê de bigihîştina her kesekê lê dixistin. Bi dirêjiya wan 6 mehên ku em li wê drê bûn, ne nan hebû ne xwarin, du sê rojan carekê semoneke (naneke) req ji me re dianîn, rewşa me gelek xirab bû, çendîn zarok û jin mirin.

Destdirêjiya namûsê li me nedikirin, ew yek baş bû, lê belê jin û zarok îşkence dikirin. Kesek çûna vê bihîne, lê dixistin, jinek eger bigiriyaba, lê dixistin.

Jinek li gel me bû ku herdu zarokên wê di nava 2 rojan de mirin. Her kesek eger miriba, me xema dilê xwe dirijand û me xwe dikuşt. Efseran jî bi kabloyan diketin nava me û li me dixistin. Şevan diviyabû em pasevaniya zarokên xwe bikin.

Zarokeke min li wê derê mir. Min pasevaniya zarokên xwe yên din dikir, her yek ji me li jêr pencereyekê rûniştibûn û her li ser erdê jî em dirazan, ew jî eger perçeyek karton biketiba destê me.

Her piştî ku zilam li me cuda kirin, destê zilamê min jî girtin û (wî) ji min re got: mehbûb, bila ew 25 Dînar bi te re be bo mesrefê we. Me jî hinek nanê req dixist nav avê, ew jî du sê rojan carekê didane me û me ew jî dida zarokên xwe.

Rezalet û serpêhatiyeke xirab hate serê me. Yekî li wî alî jiyana xwe ji dest dida, yekî din li aliyê din, ti kesî nedizanî ew dixistin nav gorê yan na, lê belê termên wan dibirin. Ji me re digotin: We Pêşmerge hene û we nan daye Pêşmerge. Wergêr ji me re digot, serbaz hebûye 3 mehan mala xwe nedîtiye, dema molet didan wan daku biçe mal û zarokên xwe bibîne, lê pêşmergeyên we rê lê digirtin û gullebran dikirin. Ji me re digotin, çawan Celal Talebanî bi xwe çû û hûn bi tenê hiştin û hûn jî di çi rewşekê de ne. Ew gotin ji me re digotin.

Rojekê min zilamê xwe di xewnê de dît ku Klaş (sola Kurdî) çêdikri, min jê re got, diçî kuderê?, wî got heta çiya diçim û vedigerim. Min jî got, li bostanê me kalek şîn bûne û nêzîk e hemû zer dibin, got dê heta çiya biçim û vegerim. Min çi qas çaverê kir nehat. Ez xewnê bi bira û kurmamên xwe ve dibînim, di nava gund de digerin.

Dema em ji zindanê vegeriyan, em birin Simûdê, êdî her kesê kesûkarê xwe nas kiriba, destê wan digirt û dibirin mal, ji ber ku demeke zêde bû me nan û av û xwarin nexwaribû, dema çavê me bi xwarinê diket, nêzîk bû em ji hişê xwe biçûna.

Êdî her kesê ku kesek nas kiriba, dibire mala xwe, hêj giranî nehatibû, ez û û zarokên xwe em çûna nav xaniyeke bêserûber, neku ez hemû jinên Enfalê. Eger yekê kesûkarekî wê li bajar heba, baş bû. Her kesekê bi corekê alîakriya me dikir, hebû hinek ard û hinek şekir û ça ji me re dianîn, bi wê rezaletê me jiyana xwe derbas dikir. Demek derbas bû, giranî jî bi ser de hat, giranî ji Enfalê xirabtir bû ku hate serê me.

Dema em li Dubiz bûn, zindanî îşkence dikirin, bi corekê îşkence dikirin ku tevde dibûne xwîn. Navê efserekî Cuma bû, li zarokekî xist ku daxwaza nan kir. Nan jê stand. Yekî din lê hebû xelkê Silêman Beg bû, jê re digotin Mehmûd Behriyan. Wan bi xwe rastî nedigotin ku xelkê kuderê ne. Bi Erebî diaxivî, min pirs kir û got, tu xelkê kuderê yî? Wî got, Silêman Beg. Min got, mala mamekî min li Silêman Beg e. Got kî ye, min got navê wî Heen e û navê hevjîna wî jî Cemîle ye. Ji min re got, cîranê me ye. Ji wê demê ve sozdariya wî li beramber me hebû, eger ji destê wan bihatiba, dê serê me birîbana, digotin, hûn wek wê dar qelemê ne, em ji binî ve jî we bibirin, hûn dîsa vedijîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst