Galeriya wêneyan

14-04-2019
12 Photos
RÛDAW

Rûdaw – AFP

 

Krîstiyanên bajarokê Enkawe ya ser bi bajarê Hewlêrê îro beşdarî di Yekşemiya Seanîn de kirin û Çiqlên Zeytûnê û Çiqlên Xurmê li ber deriyê Dêra Saint Joseph bilind kirin.

Yekşemiya Seanîn, ew yekşemî ye ku dikeve berî Cejna Rabûnê (Cejna Qiyame) ya Krîstiyanan. Herwiha krîstiyan ji wê yekşemiyê re dibêjin Yekşemiya Zeytûn an jî Xurme.

Li gor bîr û baweriyên Krîstiyanan, Hz Îsa Mesîh kurê Meryema Ezra di vê rojê de çûye Orşelîmê û bi Çiqlên Dara Xurmê û Çiqlên Zeytûnê pêşwazî li wê hatiye kirin.