Galeriya wêneyan

14-04-2019
27 Photos
RÛDAW

AA / Rûdaw

Li Bakurê Kurdistanê koçer mehên havînê ji ber mêrg û hêşînahiyê keriyên pez û dewarên xwe dibin zozanên li bajarên Erzirom, Wan, Elezîz û Mûşê û dema dinya sar dibe jî vedigerin Rihaya ku germtir e.

Jiyana koçberî ji perwerdehiyê bigir heta tenduristî, ji wê bigir heta teknolojî û jiyana civakî bi xwe re dibe sedema ji gelek tiştan bêpar mayînê.

Xwediyên keriyên pez û dewaran bi sedan serî heywan xwedî dikin emrê xwe bi şivanî û gavantiyê derbas dikin.

Malbatên ku li Rihayê koçertiyê dikin zivistanê li deştên Rihayê ajelên xwe diçêrînin, lê dema ku hewa germ dibe ajelan dibin herêma Qerejdaxê û li wir diçêrînin.

Koçeran îsal ji ber sermayê çûyîna zozan û herêmên din paş xistin.