PAK: Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya Beg di meşa azadîya Kurdistanê de dijîn

14-04-2018
RÛDAW
Nîşan Xalid Begê Cibrî Yusuf Zîya Beg Kurdistan PAK
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di 93yemîn salvegera şehadeta Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya Beg de bi daxuyaniyekê nivîskî bi bîranî.


Di dîroka Kurdistanê de ji serhîildanên herî girîng yek jî ‘Serhildana Şêx Seîd’ e. Wekî tê zanîn amadekarîya vê serhildanê ji aliyê Teşkîlata Azadîyê ve hatibû destpê kirin. Teşkîlata Azadiyê di sala 1921ê de hate damezrandin. Serokê wê jî Xalid Begê Cibrî bû û Yusuf Zîya Beg jî yek ji rêberên Teşkîlata Azadiyê bû.


Beriya ku amadehiya serhildanê temam bibe, dewleta Tirkiyeyê pê hesîya û du rêveberên Teşkîlata Azadiyê girtin. 


Piştî girtina Xalid Begê Cibrî û Yûsûf Zîya Beg, bi provakasyoneke dewleta Tirkiyê, serîhildan ji dema ku hatibû plankirin zûtir dest pê bû. Û rêberê netewî, olî û civakî yê gelê Kurdistanê Şêx Seîd serokatîya vê serîhildanê kir. 


Serokê Teşkîlata Azadîyê Xalid Begê Cibrî û rêveberê Teşkîlata Azadîyê Yûsûf Zîya Beg, 93 sal berê, di roja 14ê Nîsana 1925an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve li Bedlîsê hatine kuştin. Xalid Begê Cibrî hat gulebarankirin, Yusuf Zîya Beg hat îdamkirin.


PAK di peyama xwe ya bi bîranîna Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg de wiha dibêje: “Em wek PAK xwe berdewamîya rêbaza Teşkîlata  Azadiyê, berdewamiya têkoşîna Xalid Beg û Yûsûf Ziya Beg dibînin û ji bo armanca wan a Kurdistaneke azad têdikoşin. Di 93yemîn salvegera şehadeta wan de, em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst