Parlamenterê kurd Heval Kwêstanî: Ocalan namzedê Xelata Aştiyê ya Nobelê ye

14-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Tevgera Gorranê li Parlamentoya Iraqê Heval Kwêstanî, ragihand ku Komîteya Nobelê di nameyekê de jê re ragihandiye ku Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan wek namzedê Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2014an hatiye destnîşankirin.

Piştî ku Enstîtoya Nobelê ragihand ku nûçe û agahiyên ku li ser namzediya Ocalan bo wergirtina xelata aştiyê ya Nobelê ya îsal rast nînin, parlamenterê kurd li Parlamentoya Iraqê Heval Kwêstanî, li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî û diyar kir, wî roja 18ê Tîrmeha par bi rêya e-mailê serî li Komîteya Nobelê dabû û daxwaz kiribû ku rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan ji ber xebatên wî di warê aştiyê de wek namzedê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2014an destnîşan bikin.

Heval Kwêstanî anî ziman ku Komîteya Nobelê jî roja 9ê Nîsana îsal bi nameyekê besiva wî da û ragihand, navê Ocalan ketiye nav lîsteya namzedên xelata Nobelê ya aştiyê.

Wî parlamenterê kurd behsa çawaniya serlêdana xwe bo Komîteya Nobelê kir û got, min par serdana Afrîqa Başûr kir da bi rêberê wî welatî Nelson Mandela re li ser vê yekê hevdîtin bikim lê mixabin dema ez çûm wir Mandela li nexweşxanê di komayê de bû.

Heval Kwêstanî, wiha domand, dema min jiyana Ocalan lêkolîn kir min dît ku guhertinek kûr derbarê xebata netewî û çawaniya arîçeyan di hizra siyasî, felsefî û jiyana wî de çêbûye, helbet beriya ku Ocalan were girtin nameyek ji Mandela re nivîsîbû, di wê namê de dihat dîtin ku fikrê Ocalan hatiye guhertin û dixwaze dest ji xebata çekdarî berde û bi rêyên aştiyane xebat bike.

Kwêstanî da zanîn, yek ji mercên wergirtina xelata aştiyê ya Nobelê ew e ku di nehîştina çekan de rolek mezin bilîze, ev merc di Ocalan de heye ji ber ku peyama wî ya Newroza par bi awayekî eşkere nîşan da ku Ocalan dest ji çekan berdide û dest bi xebata siyasî dike.

Wî endamê Parlamentoya Iraqê di bersiva pirsa ku çima yek ji lîderên Herêma Kurdistanê wek namzed pêşniyar nekiriye de got, ez hurmeta hemû serok û lîderên din ên kurd digirim lê ew kesên ku dibe namze divê mercên xwe hebin û rola wî/wê di nehîştina çekan de hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst