Li Çiyayê Agiriyê meymûnên avê ji kunên xwe derketin

14-03-2022
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Agirî Meymûnên Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihar hêdî hêdî tê û meymûnên avê yên li quntarên Çiyayê Agiriyê dijîn ji kunên xwe derdikevin.

Meymûnên avê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tenê di nav sînorên parêzgeha Îdirê, li quntarên Çiyayê Agiriyê dijîn, ku cihên wan ên serekî yên jiyanê Amerîkaya Başûr in.

Emrah Çoban, Koordînatorê Zanistê yê Komeleya Xwezaya Bakur ragihand, “Li Çiyayê Agiriyê ji bo dîtina meymûnên avê gelek geştyarên xwezayê û wênegirên xwezayê serdana herêmê dikin û wan didin nasîn.”

Ji ber cureyeke ku li herêmê nayê zanîn, meymûnên avê wek mişkên mezin tên binavkirin.

Emrah Çoban herwiha diyar kir, “Ji aliyê morfolojîk ve dişibe mişkan, lê mişkeke mezin e, dêleke wê ya mezin û didanên wê yên dirêj hene. Dema hûn ji dûr ve dinêrin, wek mişkeke mezin xuya dike. Lê ne mişk e.”

Piştî ku Rûsya û Ermenistan, ji bo kurkên wan bikar bînin, meymûnên avê ji Amerîkaya Başûr tînin, ew jî bi rêya çem û rûbaran derbasî Bakurê Kurdistanê dibin û cihên avî yên quntarên Çiyayê Agiriyê ji xwe re dikin qada jiyanê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst