DUHOK - Piştî serhildanê cihê îşkencdanê kirin zanîngeh

14-03-2019
RÛDAW
Duhokê 28 sal berî niha li dijî rejîma Iraqê serhildan kir.
Duhokê 28 sal berî niha li dijî rejîma Iraqê serhildan kir.
Nîşan Kurdistan Duhok Serhildan Rejîma Beis Iraq
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Îro 28 sal bi ser serhildana bajarê Duhokê re derbas dibin. Yekem teqeya Serhildanê ji bo azadikirina navenda bajarê Duhokê li ser avahiya Zîndana Emna Kevin bû.  

 

Zîndana Emna Duhokê di sala 1982an de hatiye avakirin û berî serhildanê cihê eşkencedana xort û lawên bajarê Duhokê bûye , û bi dehan kes li ser destê rijêma Beis li wê derê hatine zîndanîkirin û eşkencedan.

 

Li wê serdemê Emn cihê herî bitirs yê bajarê Duhkê bû. lê piştî Serhildanê ew cih bûye cihekê wergirtina zanst û zanînê û salane nêzîkî 100 kesan li wê derê bawernameyên bakaloryosê bi zanistên pizîşkî werdigirin.

 

Lezgîn Xelîl yek ji girtiyên siyasî yên serdema rejîma Beis a Iraqê ye, ku di Zîndana Emn a Duhokê de ji aliyê hêzên wê demê yên rejîmê berê ve hatibû îşkencedan. Ew ji Rûdawê re behsa bîranînên xwe yên di nava Zîndana Emn a Duhokê de dike.

 

Lezgîn Xelîl dibêje, her ciheke îşkenceyê li ser laşê wî, hevalên wan ên sêdaredayî tîne bîra wî.

 

Di maweya desthilata Beisê de her xortek li parêzgeha Duhokê hatiba girtin, destpêkê li baregeha Emna Duhokê dihate îşkencekirin, paşê ji bo girtîgehên Ebû Xurêb an Kerkûkê dihatin veguhastin.

 

Lezgîn Xelîl dibêje: “Destpêkê, bi qasî ku wa dikarîn, corên êşandinê didane ber me, felaqe, hilawîstin, şoka elektirîkê û şewitandina laş bi cigareyê. Ya ku digel min kirin, felaqe bû, elektirîk bû, hilawîstin bû. Du corên îşeknceya bi elektirîkê hebûn, yek ji wan wek kabloyekê di singê te de, her weke ku tu nivistibî û marek vi te vede.”

 

Avahiya Emna Duhokê  piştî serhildana Duhokê bûye Kolêja Zanistên Pizîşkî û salane derdora 100 kesan têde bawernameya bakaloriyosê di warê pizîşkiyê de werdigirin.

 

Xwandekar, Enes Hesen yek ji wan kesan e ku di vê kolêjê de dixwîne. Enes dibêje: “Ez li vir fêr bûm, me ev cih ji zîndanê veguherand û kire cihê zanistê. Em hêvîdar in ev xortên niha van rûdanan bibînin û giringê bidinê.”

 

Bera Emîn jî dibêje: “Bo min xweş e niha ev cih ê ku zîndan bû, niha em lê dixwînin, xwendekar dixwînin û mezûn dibin û xizmeta hikûmeta xwe û gelê xwe dikin.”

 

 Avahiya Emna Duhokê di sala 1982an de li navenda bajarê Duhokê hatiye vekirin, cihek ku ji  bo gellek ji xortên vî bajarî, îstgeha dawî ya jiyanê bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst