Encûmena Ermeniyan dixwaze dosyeya Şeyda bê şopandin

14-03-2014
RÛDAW
A+ A-
 

Hewlêr (Rûdaw)- Encûmana Ermeniyên bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê dixweze kujerê Şeyda Hatemî were peydakirin.

Encûmena Ermeniyên Selmasê li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek derbarê bûyera Şeyda Hatemî de ku berî zêdetirî 2 heftiyan li odeya xwe ya razabê de li zanîngeha Nazlûya Urmiye bi kuştî hat dîtin, derxist.

Encûmena Ermeniyên Selmasê daxwaz ji hikûmeta Îranê û berpirsên pêwendîdar li Urmiye kir ku dosyeya kuştina Şeyda bişopînin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku belgeyên di dest wan de nîşan didin ku Şeyda hatiye kuştin û ji aliyê kî ve hatibe kuştin ew kes dibe radestî dadgehê were kirin.

Encûmena Ermeniyên Selmasê hişyarî da û got “Eger kujerê Şeydayê neyê dîtin, wê rêxweşker be ji bo ku xwîna xwendekarên din jî bi taybetî yên kêmneteweyan li tevahiya Îranê rastî gefê bê”.

Piştî ku termê Şeyda Hatemî bi kuştî di xewgehê de hat dîtin, ji bo şermezarkirina vê bûyerê û şopandina dosyeya wê gelek caran xwendekarên Urmiye çalakiyên nerazîbûnê li dar xistin û tê de daxwaz kirin kujerê Şeydayê were dîtin û cezakirin.


Şeyda Hatemî roja 1/3/2014 di odeya xwe ya razanê de li zanîngeha Nazlûya Urmiye kuştî hat dîtin.

Şeyda Hatemî 24 salî bû û ji gundê Noyê yê devera Mirgeverê ya parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst