Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebir û endamên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li Amed, Mêrdîn û Êlihê, li kolan û qadan, ji bo hilbijartina dersa bjarte ya Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî) broşur belav kirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî 3yê Sibatê dest pê kir û dê heta 17ê Sibatê berdewam bikin.
Ji bo hilbijartina dersên Kurmancî û Kirmanckî yên polên 5-6-7 û 8an xebatên partî, komele, sazî û rêxistinên sivîl ên Kurdan berdewam dikin.
Birêvebir û endamên PWKyê doh li cade û qadên qelebalix ên Amed, Mêrdîn û Êlihê ji bo xelkê ji dersa Kurdî ya nemecburî haydar bikin belavok belav kirin.
Endam û rêvebirên PWKyê li ser dersên hilbijartî agahî dan xelkê û bangî malbatên Kurdan kir da ku heta 17ê Sibata 2025an ji bo zarokên xwe dersên Kurdî hilbijêrin.
Her wiha di wan belavokan de hatiye gotin ku divê Tirkiye perwerdeya bi zimanê Kurdî û fermîbûna zimanê Kurdî qebûl bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse