Parêzgarê Dêrsîmê: Divê Cemxane wekî perestgeh bê nasîn

14-02-2015
SERKAN İNCE
A+ A-

Dêrsîm (Rûdaw) -  Parêzgarê Dêrsîmê Osman Kaymak tevlî cema Rojiya Xizir bû û got ku pêwîst e cemxane jî wekî perestgeh bê nasîn.

 

Li Dêrsîmê Rojiya Xizir a ku di du hefteyên dawîn ên meha Çile û du hefteyên destpêkê yên meha Sibatê de rojên duşem, sêşem û çarşemê tê girtin; di şeva roja dawîn a rojiyê de cem tê girêdan.

 

Cema Rojiya Xizir şeva berê li Cemxaneya Dêrsîmê bi tevlîbûna Parêzgarê Dêrsîmê Osman Kaymak pêk hat. Kaymak, di xwarina ku pêş girêdana cemê de axivî û diyar kir ku pêwîst e cemxane ji aliyê rêveberiya Tirkiyê ve wekî perestgehekê bê nasîn û qebûlkirin. 

Kaymak di vî warî de wiha pê de çû: "Pêwîst e cemxane wekî perestgeh/îbadetxane bê naskirin. Qe nebe pêdawîstiyên vir bila bên dayîn. Demek berê min ji Pîrê Cemxaneyê pirsî, 'Çima li vir cem nayên girêdan?'. Wî jî ji min re got ku 'Birêz parêzgar, pîr nikarin xwe li vir ragirin'. Ji ber ku mûçe û mehaneyên pîran tune. Pêwîst e mûçeyên pîr û xebatkarên hundirê Cemxaneyê bên dayîn. Ez naxwazim li ser navê hikûmeta me biaxivim; lê li gorî agahiyên gihîştine guhên me, em hêvîdar in dê êdî mûçeyên pîrên cemxaneyan jî bên dayîn."

 

Piştî fitara Rojiya Xizir, cem hat girêdan, gulvang hatin xwendin û niyaz li xelkê hatin belavkirin.






 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst