Li Sêrtê berfeke zêde dibare: 3 welatiyên ku asê mabûn hatin rizgarkirin

14-01-2024
RÛDAW
Nîşan Sêrt Berf Çûnûhatin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dihê yê parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê 3 welatiyên ku ji ber berfa zêde di otomobîla xwe de asê mabûn ji aliyê tîman ve hatin rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Sêrtê ve hatiye belavkirin, şeva borî li ser rêya sereke ya Şirnex-Dihê ji berf û pûka ku 3 roj in berdewam e, otomobîleke ku 3 kes tê de bûn asê maye.

Li ser agahdarkirinê tîm bi hawara wan welatiyan ve çûn û ew rizgar kirin.

Hat ragihandin ku tîmên Îdareya Taybet a Sêrtê di karûbarên vekirina rêyan de berdewam in.

Ji bo welatiyên di rêya Dihê û Şirnexê re çûnûhatinê dikin hişyarî hat dayîn ku bê zincîr û lastîkên zivistanê û benê kişandinê dernekevin rê.

Ev di demekê de ye ku Rêveberiya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê hişyarî da ku îro li parêzgehên Sêrt, Agirî, Bedlîs,Colemêrg, Mûş, Wan û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê berf û baran dibare.

Rêveberiyê ji welatiyan xwest ku li hemberî bandorên nerênî yên avûhewayê tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst