Li Wêranşarê jinek ji ber gaza sobeyê mir

14-01-2024
RÛDAW
Nîşan Wêranşar Sobe Gaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, ji ber gaza sobeyê jinekê canê xwe ji dest da.

Bûyer îro li gundê Kanîpakê yê Wêranşarê qewimî.

Li gorî agahiyan, piştî ku xizmên jina 40 salî ya bi navê Melahat Îlbaşiyê jê agahî wernegirt, tîmên tenduristiyê û cendirme ji rewşê agahdar kirin.

Tîmên ku çûn cihê bûyerê dîtin ku Melahat Îlbaş ji ber gaza sobeyê canê xwe ji dest daye.

Piştî encamdana otopsiyê, cenazeyê wê jinê li gundê wê hat veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst