FLAŞ – Cudabûn ket nav Gorranê

14-01-2016
RÛDAW
Nîşan Tevgera Gorranê Kurdistan Cudabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro Berpirsê Odeya Pêwedniyên Siyasî yê Tevgera Gorranê Mihemed Hacî dest ji karê xwe berda û ji Gorranê cuda bû.

 

Berpirsê Odeya Pêwedniyên Siyasî yê Tevgerra Gorranê Mihemed Hacî di daxuyaniyeke ligel Rûdawê  agahiyên derbarê destjikarberdana xwe de piştrast kir.

 

Mihemed Hacî ji Rûdawê re ragihand: “Belê rast e min dest ji kursiyê xwe û ji Tevgerra Gorranê bi xwe jî berdaye û niha ti têkiliyek min bi Gorranê ve nemaye.”

 

Mihemed Hacî got: “Ewa ku me xebat jê re dikir û me qurbanî di ber de da, wisa derneket.”

 

Derbarê sedema destjikarberdana xwe de, Berpirsê Odeya Pêwendiyên Siyasî yê Gorranê destnîşan kir: “Sibe înê 15ê mehê ez dê di konfranseke rojnamevanî de sedmea destjikarberdana xwe ji raya giştî re aşkere bikim.”

 

Mihemed Hacî jibilî ku Berpirsê Odeya Pêwendiyên Siyasî yê Tevgera Gorranê li Hewlêrê bû, Endamê Civata Niştîmaniya Gorranê jî bû.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst