ERDHEJ - Bendava Derbendîxanê pêwîstî bi nûjenkirinê heye

13-11-2017
RÛDAW
Nîşan Erdhej Kurdistan Derbendîxan Bendav Zirar
A+ A-

Derbendîxan (Rûdaw) – Qayimeqamê Derbendîxanê Nasih Mela Hesen ragihand, ku welatiyekî din jî ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest daye û aşkere kir, ku ji ber erdhejê zirar gihiştiye Bendava Derbendîxan û pêwîstî bi nûjenkirinê heye.

 

Erdheja ku li Başûrê Kurdistanê qewimî, herî zêde zirar gihande navçeya Derbendîxan a ser bi Silêmaniyê.

 

Qayimeqamê Derbendîxanê Nasih Mela Hesen ji Rûdawê re ragihand, ku ji ber erdheja şeva derbasbûyî çar kesan canê xwe ji dest dane û piştre jî welatiyekî din ê birîndar jî jiyana xwe ji dest daye.

 

Pênc kesên ku canê xwe ji dest dane; du xort, zilamekî 50 salî ku xelkê Derbendîxanê bûn û dayîk û kurekî Ereb ên aware ku di nav avahiyeke sê qatî de bûn.

 

Li ser zirara madî jî Nasih Mela Hesen aşkere kir: “Pênc xanî bi temamî wêran bûne ku yek ji wan 3 qatî ye. Herwiha 100 xanî jî nayên bikaranîn û divê werin nûjenkirin.”

 

Ji bilî navenda navçeya Derbendîxan, li gund û bajarokên wê navçeyên jî zirar derketine holê. Qayimeqamê Derbendîxan diyar kir, ku tîmên wan bi paqijkirina rêyan mijûl in ku ji ber erdhejê zirar dîtine.

 

Di derbarê zirara ku bi Bendava Derbendîxanê de ketiye, Nasih Mela Hesen aşkere kir, ku îro lijneyeke ji Bexdayê serdena bendavê kirine û ragihandine ku zirar gihiştiye bendavê, lê metirsiya hilweşînê tine ye.

 

Qayimeqamê Derbendîxan diyar kir, ku yekeya bendavê ji bo berhemanîna elektrîkê dixebitin û niha lijneyên teknîkî ji bo çakkirina hemû beşan dixebitin.

 

Nasih Mela Hesen aşkere kir, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, pê re ketine peywendiyê û amadehiya xwe ji bo hemû alîkariya navçeyê nîşan dane û jê daxwaz kirine ku lijneyekê ji bo nivîsandina ziraran pêk bînin û dê hewl bidin ziraran qerebû bikin.

 

Duh bi şev 12ê Mijdara 2017an erdhejeke bihêz li her çar parçeyên Kurdistanê û çed welatên derdora wê qewimî. Li gor navendên jeolojî yên Amerîka, Îran û Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê, navenda erdhejê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê (Helebce û Kirmaşan) bûye, pileya hêza erdhejê jî navbera 7 û 7.6 pile bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst