PDK: Avahiyên me hatine dagirkirin

13-11-2017
RÛDAW
Nîşan PDK Kerkûk Şinal Xaneqîn Bexda Ala Kurdistanê YNK Heşda Şeibî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Piştî ku hêzên Heşda Şeibî û hêzên iraqî têketin herêmên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê çend avahiyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hatine dagirkirin.

 

Roja duşêma16ê cotmeha 2017ê bi serpereştiya pasdarên Îranê, hêzên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê bi fermana Heyder Ebadî ji eniyên Daquq, Taze û Xurmato ve bi çekên giran êrîşî ser çeperên pêşmerge kirin.

 

Piştî ku hinek pêşmergeyên bi ser Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve bi rêkeftin cihê xwe ji Heşda Şeibî û hêzên iraqê re vala kirin ew hêz ketin herêmên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê. Bi vê bûyerê Herêma Kurdistanê ji sedî 40 axa  Kurdistanê ji dest da û vegeriya sînorê 1991ê.

 

Ew partiyên di hilbijartinan de degên kurdan li Şingal, Neynewa û Mexmûrê standin çavê wan li wê yekê bû ku ew cemawerên (girse) xwe li Xaneqîn û Kerkûkê jî zêde bikin û dengê xelkê wan herêman jî bistîne. Lê niha alaya Kurdistanê ya li Bexdayê serbest li Kerkûkê qedexe ye.

 

Ala Kurdistanê li avahiya PDKê ya Bexdayê li ba dibe, lê niha qedexe ye li malbenda PDKê ya Kerkûkê Ala Kurdistanê bê hildan. Amaje bi wê yekê tê kirin ku sepandin vê heyamê, gelek ji yên heyama Sedam Hisên mitirsidar û xirabtir in.

 

Endamê Malbenda PDKê ya Bexdayê Îsmaîl Mendelawî ji Rûdawê re got, dengoyek heye di çarçoveya şerê di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî de êrişê ofîsan wan jî bike û wiha domand: “Lê heta niha êrişî avahiya me nekirine. Lê me bi xwe çend ofîsên xwe girtine. Me dema xebatên xwe jî li gorî berê kêmtir kirine. Herwiha weke berê dost û alîgirên me jî ji tirsa êrişan, serdana me nakin.”

 

PDKê ji bilî malbenda Bexdayê avahiyeke lijneyê jî heye. Li bajarên Necef û Kutê jî avahiyên wê hene.

 

Herwiha li Bexdayê ji xeynî avahiya PDKê avahiyên YNK û Partiya Sosyalîsta Kurdistanê jî hene. Îsmaîl Mendelawî dibêje li Bexdayê mercên wan û yên YNKê li weke hev in.

 

Mercê PDKê yê vegera bo Kerkûkê

 

Berpirsê Liqa 3yê ya PDKê li Kerkûkê Mihemed Xorşîd jî got: “Hêzên Heşda Şeibî û hêzên iraqî 35 avahiyên me dagir kirine. Weke partî ti çalakiyên me li bajêr nîne. Malên berpirs û endamên partiya me hatin talankirin û şewitandin. Hinek endamên partiya me hatin desteserkirin û îşkence li wan hat kirin.”

 

Endamê Parlamentoya Iraqê yê PDKê Şaxewan Ebdullaj jî got: “Dema Heşda Şeibî ji Kerkûk hat derxistin û Ala Kurdistanê li bajêr hatin bilindkirin emê vegerin.”

 

Berpirsê Ragihandinê yê PDKê li Mûsilê Seîd Memûzinî jî got, 10 avahiyên partiya wan di destê Heşda Şeibî de ne û lewma ew nikarin li wê herêmê weke partî bixebitin.

 

Berpirsê PDKê li Xaneqîn Şêx Cefer Mistefa jî wiha axivî: “Em ji bo biçin Xaneqînê danûstandinan ligel Heşda Şeibî nakin. Divê serkirdeyên partiyê ligel berpirsên Iraqê rêkeftineke bikin. Hemû avahiyên me ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine dagirkirin.”

 

Li navçeya Xaneqînê 8 avahiyên PDKê hene, lê qedexe ye berpirsên PDKê herin wê herêmê.

 

Şêx Cefer Mistefa amaje bi wê yekê kir ku heger Heşda Şeibî bê derxistin ew dê vegerin.

 

Herî zêde cihên PDKê li Şingalê hebûn

 

Berpirsê Ragihandina PDKê li Şingalê Îdrîs Serhukî got li Şingalê bi giştî 185 avahiyên partiyê hebûn li niha hemû daxistine.

 

Piştî ku çekdarên rêxistina DAIŞê sala 2014ê êrişî navçeyê kirin piraniya xelkê deverê koçberî Herêma Kurdistanê bûn û berpirsên partiyê jî ligel xelkê li kampan weke koçber jiyana xwe berdewam dikin.

 

Îdrîs Serhukî  herwiha got: “Ev navçeya navborî bi temamî ji bo me hatiye qedexekirin. Piraniya avahiyên me hatin talankirin û kelûpelên me şewitandin.

 

YNKê ala Iraqê hildaye

 

Berpirsên PDKê yên navborî dibêjen YNK li Kerkûk, Neynewa, Şingal, Xaneqîn û Mexmûrê çalakiyên xwe yên hizbî berdewam dike lê li ser avahiyên xwe Ala Kurdistanê daxistine û ala partiya xwe û ala Iraqê hildane.

Berpirsê PDKê li Mexmûrê Kirmanç Ebdullah jî got: “3 avahiyên partiya me dagir kirine. Piraniya endam û alîgirên me hatinr evandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst