Zanîngeh qedandin bûn şivan!

13-11-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Agirî (Rûdaw/AA) – Li bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê, du birayên ku du zanîngeh qedandine him ji bo piştgiriya malbata xwe şivantiyê dikin him jî xwe ji ezmûna îstixdamê ya bi navê KPSS re hazir dikin.

Xortên bi navên Bariş (30) û Mecîd Yildirim (24) ên ku li gundê Bozkûrta girêdayî navçeya Bazîdê ya Agirî dijîn, digel ku zanîngeh qedandine jî nehatine îstixdamkirin ji ber vê yekê jî dest bi şivantiyê kirine. 

Bariş Yildirim ji Fakulteya Zanistên Îdarî û Aborî ya Zanîngeha Kafkasê ya bajarê Qersê û Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Edaletê ya Zanîngeha Anadoluyê ya bajarê Eskîşehîrê mezûn bû. Niha jî di pola sêyemîn a beşa Birêvebiriya Giştî û Zanista Siyasetê de dixwîne. 

Mecîd Yildirim jî ji beşa Sepanên Bacê û Mihesebeyê ya Zanîngeha Kafkasê mezûn bû û niha jî li Fakulteya Kargêriyê ya Zanîngeha Anadoluyê xwendekarê pola çaremîn e. 

Her du bira li gund ji xwediyê keriyê pez ê ku şivantiya wî dikin, mehane 800 lîre (derdora 400 dolar) heqê xwe distînin û bi wî pereyî him pirtûkên xwe distînin him jî piştgiriyê didin aboriya malbata xwe. Her du bira her roj keriyê pez dibin û li qontara çiyayê Agirî diçêrînin û di wextên xwe yên vala de jî ji bo ezmûna KPSSê dixebitin. 

Bariş Yildirim diyar kir ku 7 xûşk û bira ne û her 7 jî zanîngehê dixwînin. Yildirim got, min 3 zanîngeh qedandine û ez bûm şivan. Min di şert û mercên gellekî dijwar de xwend. Min pir hez dikir ku ez bêm tayînkirin. Ez heta niha ketim bi sedan ezmûnan û min bi pûanên gellekî kêm winda kir. Ez niha 30 salî me, ez heta çi wextê dê bikevim ezmûnan. Divê di vê mijarê de arîkariya me bikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst